Şervanên YPJ’ê: Li Kobanê giyana jinan ya berxwedanê derket holê
09:23
Cahide Harputlu-Narin Çapan /JINHA
KOBANÊ- Şervanên YPJ’ê yên ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê berxwedanek dîrokî dayîn meşandin diyar kirin ku Kobanê giyana jinan ya berxwedanê derxist holê û ku hemberî pergala dishilatiya mêran banga berxwedanê li hemû jinan kirin. Her wiha 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê li Nisêbînê despêbike silav kirin.
Piştî berxwedana destaniya 134’an rojan şervanên YPJ û YPG’ê Navenda Kobanê ji çeteyên DAİŞ’ê paqij kirin û serkeftina xwe ya li Kobane îlan kirin. Niha ji bi hamleya duyemin rizgarkirina gundan berdewam dike. Şervanên YPJ’ê jî weke hemû kêliyên berxwedanê di hamleya duyemin de li eniyen pêş cih girtine û li hember çeteyen DAİŞ’e şer berdewam dike. Şervanên YPJ’ê berxwedana jinan ya di şer û operasyonên paqişkirinê de vegotin û peyamên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê dan. Şervana YPJ’ê Hevjîn Agir derbarê rizgarkirina gundan de agahî da û diyar kir ku bi pêngava duyemin DAİŞ cihên ku dagir kiribû diterkine û paş de diçe û wiha got: “Şerek pir dijwar hat meşandin, ji bo me jî cudahiya wê gelek bû. Piştî şerê nava bajîr, hamleya duyemin hêzek cuda da me. Bi taybetî jî cihgirtina YPJ’ê di şer de bi rastî jî qedera şer guherand. Niha di pêngava duyemin de jî em dikarin vê bibinin.’’
‘Em hêza herî mezin ji hevalên xwe yên şehîd digirin’
Hevjîn anî ziman ku cihên di destê DAİŞ’ê de bûn niha cardin dikeve destê wan û wiha domand: “Em cardin hatin cihên xwe yên berê, ji aliyek em bi serkeftina YPJ/YPG bi moral û serbilindin, lê li aliyekê jî li vir hevalên me yên ku şehit ketine bibir tinin, hestiyar û xemgîn dibin. Pir caran çavên me tiji rondik dibû lê divê ev ne wek bê moralî were fam kirin, me jî tekoşin û şehadeta wan hêz digirt. Ne tenê şehidên ku me li vir dane hemu şehidên me hêza me ya tekoşinê mezin dikin.’’
‘Divê jin berxwedêr bin’
Hevjîn bal kişand ser taybetmendiya meha Sibatê jî û axaftina xwe wiha domand: “ 2’ê Sibat’ê bîranîna Ş. Viyan, 15’ê Sibat’ê salvegera komploya navnetewi ya hemberi Serokatiya me hat kirin bû, ev bûyer hemû hestên me yên tolhildanê li hember dijmin zêdetir dike. Ji ber wateya 15’ê Sibatê li ba me cuda ye çalakiyên me ji hê xurt bûn. Hevalên me di 14 û 15’ê Sibatê de girek bi dest xist, çend gund girtin, pêşveçunek berbiçav derket holê.’’ Hevjîn ji bo 8’ê Adarê jî bang li jinan kir û got ‘’Jin divê berxwedanê pêş bixin’’ Hevjîn axaftina xwe wiha bi dawi kir: “Niha ji rojek din ye giring li peşiya me ye. Ev roj ji bo me YPJ’ê cihek cuda digre. Lewre Serokatî şoreşa Rojava destpekê ji bo jinan piroz kiribû. Ji bo vê jî pêşengiya jinê ji bo me pir giring e. Em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan piroz dikin û hêviya me ewe ku berxwedana jinê pêş bikeve.’’
‘Divê jin ji pergala qatîl hesab bixwazin’
Şervana YPJ’ê Arjîn Efrîn jî berxwedana YPJ’ê nirxand û da zanin ku li Kobanê ruhê jina berxwedêr derket holê û wiha berdewam kir: “Despêkê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan piroz dikim. Bawerim ev roj îsal dê cuda were pirozkirin lewre jin hêza xwe naskir û da nasin. Îsal hemû cîhan vê rastî û hêzê di kesayeta jinên Kurd de ditin.’’
Arjîn pitgiriyên ji despêka berxwedana Kobanê heya niha jî nirxand û wiha dom kir: “Yekîtî û rêxistina jinan bi rasti ji pir giring e. Ji ber jin dema dest bidin hev û hev his bikin dê gelek serkeftinên mezin bi dest bixinin. Îro em dibînin hişyariya jinê ne bes be jî pêşketinek berbiçav heye. Ev taybetî di berxwedana Kobanê de derket holê. Mînak ji pir cihên cuda jin tevli şoreşa Rojava bûn. Ên tevlî YPJ’ê bûn, bijişkan alikarî kirin. Ji despêkê heta niha yên piştgirî dane bi hezaran in.’’
‘Divê jin ji êşên hevdu têbigihin’
Arjîn bal kişand ser qetilkirina Ozgecan ji û wiha axivi: “Li Tirkiyê jî dema bûyera Ozgecan me bihist hers û xemginiya me ji qasi wan jinên ku derketin qadan bilind bû. Ev bûyer jî ji bo jinan bû minak, divê hevgirtinek di nava jinan de hebe û jin ji êşên hevdu baş fam bikin. Divê li hemberi hemû qetliamên ser jinen tê kirin heman bertek were nişandayin. Divê jin karibin hevdu biparêzin, mafên xwe bi parêzin û hesap ji kujeran û sistema xwinmij bipirsin.’’ Arjin ani ziman ku Kobane ji bo gelek kesan bû minak û axaftina xwe wiha bi dawi kir: “Divê ji bo tolhildana jinên tên qetilkirin re jî bibe minak. Em heta dawiyê bi hestên tolgirtina hevalên xwe yên şehid ber xwe didin. Em hêza xwe ji wê digrin. Kurdan jî bi wî awayi hêza xwe dit. Heta niha dijminê me digotin Kurd tuneye lê niha em dibinin Kurd tenê hebuna xwe ava nekir ji hemû gelan re bu hevî.’’
‘Jinan ji civakê re pêşengî kir’
Şervana YPJ’ê Rojbîn Kobanê jî der heqê pêşengiya jinê de axivî û diyar kir ku jin ji neolitîkê heta niha tim pêşengiya civakê kiriye û wiha domand: “Niha jî gelek fermandarên me yê jin hene û di nava şer de jî bi sekn û tevlibûna xwe ya jiyanê tim bûne minak. Rol û mîsyona xwe anine cih. Ji ber vê jî kesên ku ji welatên cuda tevli me bune pir bandor ji van hevalan girtine û xwe peşxistine. Bi taybet ji bo ziman hin bibin bi awayek fedakarî xebitine. Bandora desthilatdaran divê ser jinê tesir neke, lewre kesên ku jiyanê ava bikin divê nekevin kemina desthilatdaran.’’
Rojbin bal kişand ser giringiya Meşa Jinên Cîhanê jî û axaftina xwe wiha bi dawi kir: “Meşa Jinên Cîhanê ji ser sinor wê bi pirozbahiyekê pek bê. Bi rastî em bi vê agahiyê pir kefxweş bûn. Em hemû jinên ku tevli vê meşê dibin silav dikin. Çalakiyek piroz pêk tînin. Ez bawerim ev çalakî di 8’ê Adarê de wê kelecanek cuda derxe holê. Em dema vê raperina jinan dibînin hê bi coş û kêfxweş dibin. Baweriya me ji ewe ku berxwedana jinê her ku biçe zêde bibe. Ez jî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan piroz dikim. Serkeftinek mezin dixwazim.
(ch-nç/zt)

