Şervanên YPJ’ê hamleya Til Hemîsê vegotin
09:28
Perwın Xelîl/JINHA
CIZÎRE – Şervanên YPJ’ê hamleya paqijkirina Til Hemîs ya girêdayî Cizîrê nirxandin û diyar kirin ku hamleya rizgarkirina Til Hemîs bi serkeftîbû û gotin: “Me jinan bi vîn, kelecan, serkeftin û ji hevalên xwe yên şehîd hêz girti û ev hamle bi ser xist. Emê bi heman kelecanê beşdarî hamleyên piştî vê jî bibin.”
Hêzên YPG û YPJ’ê bi rojan bû li Kantona Cizîrê operasonên paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê dabûn despêkirin û di 27’ê sibatê de Til Hemîs ji çeteyan rizgar kirin. Şervana YPJ'ê ya Avna Menxorî derbarê operesyona rizgarkirina Til Hemîs de agahî dan û wiha got: ''Hemleya rizgarkirina Til Hemis ev hefteyeke destpê kiriye. Di vir de me derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dan. Gelek cebilxanê çeteyan ket destê me, gelek terorîst hatin kuştin û hemleya me bi serketî derbas bû.'' Avna axaftına xwe wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞ'ê di Rojava de îradeya wan hat şikandin, êdî hêza ku çeteyên DAIŞ'ê li Rojava hember Hêzên Kurd şer bikin nemaye. Çeteyên DAIŞ'ê li Rojava siwar hatin peya çun, heta dawıyê serkeftın a gelê Kurde.''
‘Hamleya me serkeftî bi dawî bû’
Şervana YPJ'ê Zozan Garzan jî derbarê beşdarbûna şervanên jin nava hemleyê de wiha peyivî: “Wek jin serkeftina vê hemleyê ji bom e xwediyê giringiyek pir mezin bû. Em bi îrada jinan, coş, kelecana serkeftınê û tolhidana hevalên xwe yên şehîd beşdarî vê hemelyê bûn. Ez hêvîdarim di hemleyên pêşiya me de dîsa em bi vê heyecanê beşdar bibin û em di vê yekê de bawer in.''
Şervana YPJ’ê Zîlan Devrem jî giringiya serkeftina di Til Hemîsê de wiha par kır: “Ev hemle ji bo tolhildana şehîdên li Til hemîs û Rojava jiyana xwe ji dest dane ji bo wê ev hemle ji bo me û tevahî gelê me girîng bû.'' Zîlan Devrem di dawiyê de bang li hemû cıwanan kir û wiha got: “Banga me ji bo tevahî ciwanan vegerin ser axa xwe û cihê xwe di nava şoreşê de bigirin ji ber kurd rojên dîrokî jiyan dikin bila dîrok navê we jî binivîsîne.''
(px/zt)

