Jin dê ji zilma 5 hezar sala re bêjin 'na'

09:49

 


Şevin Şervan - Rojda Serhat / JINHA


QAMIŞLO - Jinên ku li her qadê bi şoreşa Rojava xwe bi rêxistin dike dê ji zilma 5 hezar sala re bêjin 'na'. Rêxistina Jinan Yekîtiya Star, li taxên bajarê Qomişlo ya Rojava meclîsên jinan ava dikin û komunan  pêktînin. Jinên ku ji xweparastina cewherî heta ekonomiyê,tendurîstiyê xwe perwerdikin dibêjin: 'Civak encax bi pêşketina jinê bigûhere.'


 Jinên gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya 'Tu demê azad nejî paşî û pêşî tune'esas digrin, xwe li qada jiyanê birêxistin dikin. Xebatên rêxistina Jinan Yekîtiya Star yên li Qamişlo berdewam dikin û Rêvebera Yekîtiya Star ya Kornîşê Emel Şemdîn di derbarê xebatên Jinan ên taxan de agahî da. Emel a dayika 4 zarokan diyar kir ku ew  saleke xebata dimeşîne. Emela dazanîn ku zulma li ser gelê kurd ditine wiha axivî: "Gelê bi salane her tim di bin zilmê de ne. Me ew zulm didît lê belê me ew hêz dixwede nedidît. Li gel min xwendibû jî ez li malê rûniştibû. Min xwe weke îrade nedidît."


'Jin bi Serokatî pêşket'


Emel destnîşan kir ku jin heta roja îro weke meta yekê dihat bikaranîn  lê belê bi saya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jin bûn îrade î li mafê xwe digerin û ji bo jiyana azad têkoşînê dimeşînin.Emel axsftina wiha berdewam kir: "Bi Serokatî jinan hêza xwe dîtin.Ev rêya em têdeni jî bi saya Serokatiye.Em  jin minetdarên Serokatî ne.Emel da zanîn ku xebatên xwe bi pergala tekmîlê dinirxînin û wiha agahî da: "Meclîsa me ya navendî li Qamişlo ye.Meclîsa me ya giştî ji 7 kesan pêk tê Jin din ava saziyan de cihê digrin.Em li saziyan  xebatên Tendurîstî, dadgehî, perwerde aborî,ewlehî dimeşînin.


'Emê ji zilma 5 hezar salan re bêjiné  'Na'


Emel got ku ewê ji zulma pênc hezar slan re bejin na wiha berdewam kir: "Pêwîst em xwe rêxistin bikin.Ji bo me jinan  perwerde pir girîng e.Pêwîste jin xwedî li keda xwe derkeve. Berî şoreşê û pişt şoreşê jin ne di heman astê dene.Bi şoreşa Rojava jin cîhê xwe din nava ypj'ê de girtin.jin bi rengê xwe din ava saziyan de cih digrin.Şoreşa Rojava bi jinan hat naskirin.Mînaka herî ber bi çav jî Arîn Mîrkana ku li hember çeteyên DAÎŞ'ê çalakiya fedaîli darxist e.


'Em projeyên Aboriyê pêş dibin'


Wefa Kewkeba Erab ya di meclîsa Taxan ya Yekitiya Star de cih digre dest nişan kir  ku di xebatên perwerde û Aboriyê de cih digre û bi perwerdeya jinên di komunan de eleqadar dibin û projeyên aboriyê pêşdixin.Wefa da zanîn ku  ji gelên cuda xebata kolektîf  hezê dide wan wiha axivî: "Tişta bandor li vê hevpariyê dike xebatên Komun e. Em hewl didin ku hê pratîk bibin.


'Civak bi pêşketina jinê diguhere'


Jina bi navê Efran destnîşan kir k udi navbera Kurd, Erep û Suryana tu cûdahî tune yê ew ji xebatan moraleke mezin digrin.û wiha axivî: "Ez ji xebata dikim kêfxweş dibim.Yekgirtina di navbera gelan bi jinan pêş diçe.Jinên ji baweriyên cûda di pergala xweseriya demokratik de li saziyan cihê xwe digrin û tevlî xebatan dibin.pêwiste jin xwe di qadê de perwerde bike û pêş  bibin jiber  civak tenê bi pêşketina jinan dê biguhere."


(ks/zt)