Jinên Nisêbînê li benda mêvanên xwene
10:06
Bêrîtan Canozer / JINHA
MÊRDÎN – Amadekariyên Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê îsal starta wê di 6-7’ê Adarê de li Nisêbînê bê dayîn berdewam dikin û jinên Nisêbînê li benda mêvanên xwene. Ji jinan Muzeyyen Alp got: “Ji bo em bi awayê herî baş mêvanên xwe bişînin ya giring emê bikin. Emê derd û şanaziyên xwe bi wan repar bikin. Emê wan li malên xwe bikin mêvan û çîrokên kurdan yên tayîbet ji wan re vebêjin.”
Dê 4’emîn Meşa Jinên Cîhanê ya ji sala 2000’an berdewam dike îsal di 6-7’ê Adarê de ji navçeya Nisêbînê ya dikeve ser sînorê Rojava despêbike. Ji ber Meşa Jinên Cîhanê amadekarî berdewam dikin, hemû jinên Nisêbînê ji 7 heta 70 salî bi kelecan li benda roja despêkirina meşêne. Jinên Nisêbînê meşa DKY’ê ya ku dê di 6’ê Adarê de despêbike nirxandin û gotin: “Her çiqas zimanê me cudabe jî emê bi mîmik, ken û şanaziyên xwe ji hev têbigihin.” Sultan Ayhan jî wiha got: “Em hewildidin mêvanên xwe bi çanad xwe pêşewazî bikin û bi awayê herî baş wan rêbikin.”
‘Emê çîrokên xwe yên kurdewariyên tayîbet ji wan re vebêjin’
Muzeyyen Alp da zanîn ku dê bi çanda xwe jinên ji çar aliyê cîhanê bê pêşewazî bikin û wiha domand: “Ji bo em bi awayê herî baş mêvanên xwe bişînin ya giring emê bikin. Emê derd û şanaziyên xwe bi wan repar bikin. Emê wan li malên xwe bikin mêvan û çîrokên kurdan yên tayîbet ji wan re vebêjin. Emê gelê kurd ji bo wan vebêjin. Em dixwazin hemû jin azad bibin û evê azadiyê jî bi hemû jinên cîhanê re par bikin. Em naxwazin jin di girtîgehan de bimînin û bên qetilkirin. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Hêvîdarim ku êdî ti jin neyê qetilkirin û mafê wan yê jiyanê ji desê wan neyê girtin.”
‘Ji bo pêşewazîkirina mêvanan em amadene’
Perihan Altug jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Perîhan daxwazi kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan aştî û azadiyê bîne û wiha berdewam kir: “Ez 8’ê Adarê li hemû jinên li hemberî xirabiyan şerdikin, jinên li heberî çeteyên DAIŞ’ê yên jinan tecawîz dikin, paşê li bazarên koleyan difiroşin şer dikin û serkeftinê bi dest dixin û hemû jinan pîroz dikim. Dê li Nisêbînê ji çar aliyê cîhanê jin bên bahev, em vê gelek giring û watedar dibînin. Ji bo pêşewazî kirinê em hemû amadene û derê me ji bo wan vekiriye. Bi hezar salane jin tên perçiqandin û qetilkirin. Her jina kut ê qetilkirin ji hindirê me parçeyekê kêm dike. Ji dema AKP hatî ser deshilatiyê heya niha qetilkirinên jinan zêde bûne.”
‘Roj roja bilindkirina tekoşînê ye’
Perîhan bilêv kir ku êdî jin şiyar bûne û wiha dom kir: “Em hem ji dewletê û hem jî ji mêran xwe diparêzin.” Perîhan derbirî ku jin bi saya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şiyar bûne û wiha axivî: “Din ava Rojava û Nisêbînê de sînorek heye, emê jin dest bidin hev û wî sînorî ji holê rakin. Em ê jin desê xwe bidin hev dawî li koletiyê bînin û ew xeleka li fikir, beden û vîna me hatî gerandin biqetînin. Roj roja jinan û tekoşînê ye.”
‘Ji bo pêşerojê jin mîrasê azadiyê dihêlin’
Hafîfe Yildirim jî anî ziman ku Nisêbîn bûye bajarê jinan, banga yekgirtinê li hemû jinan kir û wiha got: “Biriyara Meşa Jinên Cîhanê ji Nisêbînê despêkirinê em gelek şanaz kirin. Em dixwazin hemû jinên cîhanê bibin yek û zordariya ser jinan bi dawî bibe. Cihê wan jinan ser ser û çavê me heye. Çiy ê me heye emê bi wan re parbikin, em ê bi hev re bixwin û dema birçîbûnê de jî bi hev re birçî bimînin. Dê li vêderê şahiyek çêbibe û jinên bên dê mîrasek yê yekgirtin û azadiya jinan li peyî xwe bihêlin.”
(zt)

