Endamên YPJ'ê: Parastina cewherî pêş bixin
10:17
Rojda Korkmaz/JINHA
KOBANÊ - Şervanên YPJ'ê bi parastina cewherî bersivê didin êrîşên DAIŞ'ê û li eniyên şer 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşwazî dikin. Şervanên YPJ'ê bi berxwedanê dîrokê dinivîsînin û diyar kirin ku ji bo azadiya hemû jinên cîhanê şer dikin û jinên ku ji bo 8'ê Adarê derkevin qadan silav kirin û banga pêşvebirian parastina cewherî kirin.
Şervanên YPJ'ê li eniyên şer 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşwazî dikin û bang li jinan kirin li têkoşîna azadiya jinê xwedî derkevin. Endama YPJ'ê Zinarîn Çekdar anî ziman ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinan rojeke bi nirx e û wiha axivî: "Jin jîn e, 8'ê Adarê jî roja jinên azad e. Roja xwedîderketina maf e. Wekî jin em di nav YPJ'ê de cih digirin û têdikoşin. Divê hemû jin jî bi heman rengî doza mafê xwe bikin." Çekdar diyar kir ku li Kobanê li hember hişmendiya ku jinê tune dihesibîne têdikoşin û wiha pê de çû: "Bi felsefeya Rêber Apo jina azad û têkoşîna jinê hat afirandin. Jin li hember êrîşên ku nasnameya jinê tune dihesibînin têdikoşin û bi berxwedana Kobanê ve ev ispat kirin."
'Ev vîn tu caran teslîm nabe'
Endama YPJ'ê Silava Cîwena balkişand ser rola jinê ya di şoreşa Rojava de û wiha got: "Di şoreşa Rojava de xala herî girîng rola jinan e. Min jî li hember êrîşan di nav refên YPJ'ê de cih girt û wekî jin li hember êrîşan berxewdanek hat pêşxistin. Parastina cewherî ku bi pêşengiya YPJ'ê hat pêşxistin ji bo jinan bû moral û hêz. Bi şehadet û lehengiya her hevaleke me ev moral û hêz mezintir bû. Ev vîn tu caran teslîm nebû û tu caran jî teslîm nabe." Silava da zanîn ku li gelek deverên cîhanê jin tên tevlî berxwedana Kobanê dibin û got divê tu caran jin li hember hişmendiya serdest serî netewînin û parastina cewherî pêş bixin.
'Bi hezaran jin amade ne xwe feda bikin'
Yek jî jê şervana YPJ'ê Evîn Serêkaniyê destnîşan kir ku hişmendiya serdest a mê dixwaze vîna jinê ji holê rake, bibîrxist ku çeteyên DAIŞ'ê li hinek malan gule li wêneyên jinan reşandine û wiha got: "Ev tê wateya tunekirina jinê û di şexsê jinê de jî tunekirina civakê. YPJ hêza parastina cewherî ye û mafên jinan diparêze." Evîn bilêv kir ku Rosa û Clarayan ji bo bi destxistina mafên jinan gelek bedel dane, her wiha Bêrîtan, Sara û bi hezaran jinan canê xwe feda kirine. Evîn anî ziman ku bi hezaran jin amade ne, li hember vê hişmendiyê xwe feda bikin.
'YPJ ji bo azadiya jinê bi ruhê fedayî têdikoşe'
Evîn balkişand ser qetlîamên jinan ên li Tirkiyeyê û wiha axivî: "YPJ ne tenê ji bo jinên kurd, ji bo hemû jinên cîhanê li ber xwe dide. Em dikarin ji bo têkoşîna li hember hişmendiya baviksalarî YPJ'ê wekî mînak bidin. Ji ber ku YPJ ji bo azadiya jinê bi ruhê fedayî têdikoşe. Divê jinên cîhanê YPJ'ê baş fêm bikin û parastina xwe cewherî pêş bixin. Ji bo vê yekê em bang li hemû jinên ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan dikin."
(zt)

