Li Pirsusê rojeke ya welatiyên Kobanê
10:30
JINHA
RIHA - Welatiyên Kobanê yên ku di nava konbajaran de diminin li hemberî hemû bê derfetiyên xwe di nava jiyana xwe didomînin. Zarokên di nava konbajar de li her kolanan de stranên şoreşa Kobanê dibêjin û roja wan bi lîstikan ve derbas dibe.
Berxwedana Kobanê lehengên gelek mezin afirandin. Li Kobanê her kolanek, her diwarek, her malek, her kevirek û her libek axa wê şahidiya dîrokekê kir. Li ser sînorê Kobanê û li navçeyê Pirsûsê di nava konbajaran de hêvî û jiyan beriya rojê di kubariya rojê de hiltê û kolanên bi navên şoreşgerên wekî Arîn Mîrkan, şehîd Sarya, şehîd Mizgîn û hwd. zarok bi coşa xwe, bi lîstîkên xwe, bi dirûşmên wekî ‘Bijî berxwedana YPJ/YPG’ê’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’ ve rojê hembêz dikin. Pirsûs wekî mêvanekî dimîne û bi stranên ‘Kobanê’ ve dibe yek.
Li Konbajaran agir ji bo pêşerojê tê hilkirin
Ger mirov zarokek Kobanê be baş dizane ku 10 kîlometreyan nêz de xwişk, bira, bav, dayik ji bo hesretekê şer dike. Dibêjin ku agir di dîroka kurdan de her tim wekî nirxekê pîroz tê zanîn. Heta ew qas tê bi nirxkirin ku felsefeya Zerdeştê kal di feraseta her kesî de cara yekem agir dianî hişê mirov. Dîrok xwe dubare dike. Li gorî çîroka Kawayê Hesînkar agir bûbû mizginiya rizgariya gelê kurd. Niha di nava konbajar de her agir jî ji bo ku pêşeroj di nava xweşikbûna xwe de bi bêhnekê rihan bixemile tê hilkirin û zarok di nava kolanekê bê tirs di destên dayikên xwe de tên şuştin û dimeşin pêşerojê xwe.
Berxwedana Kobanê di awirê çavên zarokan de geş dibe
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje ku tevgerên bi aliyê civakê ve nehatin qebûlkirin, hêza xwe ji civakê negire û ne bibe bersiva civakê bi çi awayî nikarin li ser pêyên xwe bi sekinin. Heqîqeta ku berxwedana Kobanê hêz jê di girt jî di nava van hevokên Birêz Abdullah Ocalan de veşartîne. Berxwedana Kobanê ewqas germahiyek da dilê gelê kurd ku zarok mezin bûn û rola mirovekî ciwan êdî li xwe barkiriye. Dema ku mirov di nava konbajaran de digere mirov ji zarokekî di pirse ‘Navê te çi ye?’ tiliyên xwe radikin nîşana serkeftinê dikin û ‘Bijî berxwedana Kobanê’ ji me re hestên xwe vedibêje. Bersiv balkêşe, bersiv rastiye, bersiv hêze û bersiv heqîqete ku ewqas di nêrîna zarokekî de cih girtiye. Êdî strana ‘Kobanê îro xemgîn e’ bûye sembola berxwedana Kobanê.
Miremira zarokan hemû hevokan rêz dike
Di civakên sedsala 21’emîn de dibe ku di nava stranekê de hevok hatibe ferzkirin. Lê li gorî lêkolînêran beriya hevokê awaz bingeha hunerê ava dike. Li gorî psikologan ‘kes’ destpêkê hewl dide zanebûna xwe bide naskirin û ev tişt jî herî zêde ji bo zarokan tê gotin. Lê zarokek ger ji Kobanê be ev rewş hinek diguhere û vê gotine berevajî dike. Zarokê bi navê Welîd Xalid (5) di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimîne vê rastiyê bi me dide naskirin. Dema ku em di nava konbajar de digerin zarokek pişta wî li me ye bi dengekî bilind miremira kê dike em diçin cem wî. Em dixwazin Welîd ji me re stranekê bêje. Lê Welîd destê xwe dide bin guhên xwe dest bi miremira xwe dike û mirov dikare bêje ku miremira wî hemû hevokan di nava xwe de rêz dike. Her çav girtina wî de mirov Kobanê temaşe dike.
Mirov nikare bê silav ji konekê derbas bibe
Mirov nikare li ber deriyê konekê de bê silav derbas bibe. Ji ber ku welatiyên Kobanê hem gelek ji hez mêvanan dikin hem jî her dayikek bi çîrokekê balkêş, çîrokekê tijî jan û tijî serbilindî li hembêza xwe de vedişêre. Dayika bi navê Zînê Salah (72)) jî ji wan dayikan yek e. Firavîn derxistiye pişt konê xwe li ber tîrêjên rojê hêdî hêdî xwarina xwe dixwe. Me vedixwîne xwarinê û em bi dayikê re sohbet dikin. Naxwaze em kamerayê vekin lê bi awayeke veşartî em kameraya xwe vedikin û dayika Zîne em dikişînin. Em hemû tiştê xwe ji bîr dikin di nava axaftina wê de û herî dawî em dizanîn ku kurek wê tenê heye û ew jî di berxwedana Kobanê de şer dike.
(kom/zt)

