Li Kobanê yekemîn market hate vekirin
10:37
JINHA
KOBANÊ - Ligel navenda Kobanê vegeriya kavilan û daxuyaniyanê baldariyê bi hezaran welatî vegeriyan û bi vegerê yekemîn market hate vekirin. Xwediyê mareketê Fîraz Kasim diyar kir ku li ser daxwazan ji nû ve marketa xwe vekir û wiha got: "Ji bo welatî mexdur nebin û hewcehiyên jiyanî pêk bên divê korîdora însanî bê vekirin."
Navenda Kobanê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gelek avahî xirabûn û ligel daxuyaniyên baldariyê yên li hemberî vegera welatiyan bi hezaran welatî vegeriyan Kobanê. Li bajar tevgerekî dîtbarî xuya dike û bi hezaran welatî dest bi dikan û malên xwe yên ji ber êrîşan zirar dîtin, paqijiyê dikin. Welatiyên Kobanê ji bo ji vû ve jiyanê zînde bikin kedê didin. Welatiyê bi navê Fîras Kasim marketa xwe ya li ser riya Helepê careke din vekir. Fîras ji bo marketa ji nû ve vekirî hewil dide melzemayan peyda bike û melzemeyên di marketê de yên beriya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ne.
'Ji bo makret bixebete divê korîdora însanî bêvekirin'
Fîras piştî vegeriya Kobanê hemû alevên di marketê de ji nav xirabeyan derxist û careke din di maketê de bi cih kirin û dest bi firotina wan dike. Fîras anî ziman ku li ser daxwaza welatiyên Kobanê careke din marketa xwe vekir û wiha got: "Li ser daxwaza welatiyên vegeriyan careke din min market vekir."
Fîras da zanîn ku hemû alavên di marketê de yên berî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ne û wiha axivî: "Welatî ji bo hewcehiyên xwe yên jiyanî peyda bikim keyfxweş in. Lê alavên di marketê de kêm in. 3 aliyên Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dorpêçkirin. Ji bo welatî mexdur nebin û hewcehiyên xwe yên jiyanî pêk bînin divê korîdora însanî bê vekirin."
(zt)

