Hîvda Erebo: Modela jinên Rojava dê ji bo cîhanê bibe mînak
10:45
Hîlal Kara/JINHA
ŞIRNEX - Cigîra Wezareta jinê ya Kantona Cizîrê Hîvda Erebo diyar kir ku ew dixwazin xebatên xwe yên ji bo jinan, weke modelekê ji bo jinên cîhanê bêxin meriyetê û got: "Em ê bi vê hêza xwe hertim pêşengiya civakê bikin. Ez bang li tevahî jinên cîhanê dikim ku ew jî hêzên xwe yên parastinê ava bikin û li xwe xwedî derkevin."
Cigîra Wezareta jinê ya Kantona Cizîrê Hîvda Erebo ya ku ji bo pîrozbahiyên 8'ê Adarê hatî bakûrê Kurdistanê derbarê xebatên jinan yên Rojava de ji ajansa me re axifî. Hîvda Erebo di destpêkê de keyfxweşiya xwe ya ji bo têkoşîna jinên Bakûrê Kurdistanê anî ziman û got: “Em hêvîdarin ku ev bihar bibe bihara azadiya tevayî jinên cîhanê.”
'Modela jinên Rojava dê ji bo cîhanê bibe mînak'
Hîvda destnîşan kir ku wan li Rojava xebatên giring dane destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Me li kantona Cizîrê Desteya Jinan daye avakirin û ev deste jî yekem care li cîhanê dikeve meriyetê. Em dixwazin ev model a me li Rojava dayî destpêkirin li tevahiya cîhanê ji bo jinan em bikin modelek serkeftinê.” Hîvda diyar kir ku wan li Rojava di her alî de xweserî ava kirine û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Me hêzên xwe yên parastinê, çandî û qanunê ava kirine li ser vê xweseriya me jî mînaka herî berbiçav YPJ ye."
'Em di hemû alîyan de xwedî teêkoşîn in'
Hîvda bal kişand ser rêxistinên wan yên di aliyê siyasî, çandî, aborî, civakî de û axaftina xwe wiha domand; "Me li Rojava xebatên xwe yên jinan gelek berfireh kirine. Li kantona Cizîrê gelek pirsgirêkên heyî bi van xebatan dane çareserkirin û di hemû milan de bûne xwedî tecrube." Hîvda herî dawî got ku ew di wê baweriyê de ne ku têkoşîna jinên YPJ'ê ji bo hemû jinên cîhanê bibe tercube û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Em ê bi vê hêza xwe hertim pêşengiya civakê bikin. Ez bang li tevahî jinên cîhanê dikim ku ew jî hêzên xwe yên parastinê ava bikin û li xwe xwedî derkevin."
(hk/zt)

