Mêr nikarin tevli pirozbahiyên 8'ê Adarê yên Îzmîrê bibin
10:54
JINHA
İZMİR - Bernameya Pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê eşkere bûn. Koordînasyona Jinan ya navendî ya Îzmîra HDP'ê di 7'ê Adarê de , Platforma jinan ya ya Îzmîrê jî di 8'ê Adarê de çalakiyan li dar dixe. Dîsa meşa Femînîst ya şev ji dê 8'ê Adarê bê lidarxistin. Li Zanîngeha Ege jî panela ' Emê tundiya jinê bisekinînin' tê bê çêkirin. Jinan ragindin ku mêran tevlî pîrozbahiyan nakin.
Bernameya 8 Adarê yên rêxistinên Jinên Îzmîrê hat eşkere kirin. Jinên endamê Koordînasyona Jinên navenda Îzmîra HDP Û HDK'ê dêd i 7 'ê Adarê bi druşma "Bi rihê Kobanê jin li kuçe'li meclîs!, li berxwedanê ne" li Qada cumhuriyê li hev kombibin û ewê heta Sumerbankê bimeşin. Hat raginahdin ku Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydoğan jî tevlî çalakiyê dibe. Endamên Platforma Jinên Îzmîrê di roja 8'ê Adarê li Qada Lozanê li hev kom bibin û heta Qada Gundogdu meşê li darbixin.Rêxistinên Femînîst yên Îzmîrê jî dê di 8'ê Adarê de bi druşma "Em şevan jî kuçan jî dixwazin"seat 20.00 li ber Alsancak Îzban li hev kombibin û ji Kuçeya Azra Has heta Pastaxaneya Sevinç " meşe Femînîst a şev" lidar bixe.
anı'na yürüyüş düzenleyecek.Jinan, trans û jin vexwendin meşê.Jinan di bangewaziyê de ragihandin kutu mêra tevlî meşê nakin.
Li Zanîngeha Ege Panel heye
Zanîngeha Egeyê jî dê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanêbi temaya " Emê tundiya jinê bisekinînin" panelekê lidarbixe.Panelê dê 6'ê Adarê Roja Înê seat 10.00 de bi kurtefîlm destpê bike.
(ks/zt)
