Girtiyan ji pirtûkxana berxwedêr re pirtûk şandin
11:52
JINHA
RIHA - Girtiyên siyasi yên li Girtîtgeha Tîpa E ya Trabzonê koliyekî pirtûkan ji Pirtûkxaneya Kader Ortakaya re şandin.
Di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û Kadar Ortakaya ku navê wan di dîrokê de hat nivîsan din, pirtûkxaneya li gundê berxwedanê Miseynterê hat vekirin ji welat û derveyî welat alîkarî dewam dike. Pirtûkxaneya bi wêneyên şervanên YPG/YPJ'ê û weke cihek muzeyê her roj bi sedan kes ziyaret dike. Ji beriya niha jî ji girtîgehên Sêrt, Mûşê û ji derveyî welat gelek pirtûk ji bo pirtûkxaneya Kader Ortakaya re hatin şandin. Vê carê jî alîkariyek ya pirtûkan ya bi wate ji Girtiyên Siyasî yên li Girtîtgeha Tîpa E ya Trabzonê hat.
Pirtûkên ji aliyên Girtiyên Siyasî yên li Girtîtgeha Tîpa E ya Trabzonê şandin di rûpelê destpêkê de nameya ji hestê xwe nivîsan dine. Di nameyê de berxwedana dîrokî ya Kobanê pîroz dikin û kesên di têkoşîna Kobanê de jiyana xwe ji dest dane jî di nameyê de bi rêzdarî bîr anîn. Di nameyê de hat diyar kirin ku pirtûkxane û muzeya li gundê Miseyntera komun hat vekirin ji bo nivşê nû gelek giringe. Pirtûkxane ji aliyê ziyaretciya ve rastî eleqeyek mezin ya xwendine tê.
Xebatkarê pirtûkxaneyê ji bo pirtûkê ji girtiyên siyasî yên li Girtîtgeha Tîpa E ya Trabzonê hatin şandin spasiyê xwe anîn ziman u got ku pirtûkxaneya ji kerpîç û kumbet hatiye çêkirin. Derdora pirtûkxaneyê jî ji wêneyên têkoşerên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên pêşengên PKK'ê hatin xemildandin.
(zt)

