Kerboraniyan Dayika Sevê oxir kirin

12:07

 


JINHA


MÊRDîN -Sêvê Aktaş ya weke dayika Sêvê dihat zanîn li gel berdêlên mezin jî ji têkoşîna xwe venegeriya li kerborana jiyana xwe ji dest da.Ji bo wefata dayika Sêvê hemû pîrozbahiyên 8 ê Adarê hatin talok kirin.


Sêvê Aktaş (55) ya gelê Kerboranî weke 'Bûka Kurda' û Dayika Sêvê bi nav dike doh li mala xwe mirî hat dîtin.Gelê Kerboran bi xemgînî ketin şûnê û  pîrozbahiyê 8'ê Adarê jî hatin talok kirin.Cenaze pişt wecîbeyên olî hate defn kirin.


Gel dayika Sêvê Şehîd îlan kir


 Dayik'a Sêvê, di çalakî,pîrozbahî û hemu rojên taybetde her tim di herî pêşînde cihê xwe digirt.Dayika Sêvê ya ji aliyê herkesî ve dihat naskirin di asta şehide hat dîtin û di goristana Şehîdande hat defn kirin.Bi hezaran tevlî merasîma cenaze bû bi yek dengî duşma 'Şehîd namirin' berx kirin.Gulên ku bi munasebeta Roja Jinan hatibû stend jinan danîn ser gora dayika Sêvê. Pişt defn kirinê Birayê Sêvê Aktaş  axaftineke kurt kir û wiha got: "Hun li vir kombûn û we


We hezkirina xwe ispatkirin.Hezkirin û nirxên ku xwişka min dida we bêpar nema.


Têkneçû berxwe da


Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpsîkçî hezkirian xweya li hember dayika sêvê bi van hevokan anî ser ziman, "Sekna wê ya welatparêz  hêz dida me,ew jinek bedel dabû li gel vê netirsa û hertim li herî pêşbû.Dayika Sêvê di asta Şehidan deye.Ew bûka Kurdan e.


Girse pişt yasînên hat xwendin ûdua yan belav bûn


(ks/zt)