Ji bo YPG û YPJ’ê silava roja 171’an
12:37
JINHA
RIHA - Nobedarên sînor yênli Mehserê amadekariya mîtîngê dikin li Miseynter û Elîzerê zincîra mirovahiyê avakirin û di roja 171’ê de şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin.
Piştî azakirina Kobanê şûnde pêvajoya înşakirina Kobanê didome û her wiha operaysonên paqijkirina çeteyê DAIŞ’ê jî berdewam dike. Di heman demê nobeta li gundên sînor tê girtin jî bê navber didome û li gundê Mehserê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê xebatên mîtîngê didomin.
Nobedarên sînor çalakiya silavkirina bexwedêrên sînor îro jî berdewam kirin. Bi sedan kesî alên PKK, KCK, YPG, YPJ, TEVDEM û posterên Ocalan hildan. Di roja 171’ê berxwedana Kobanê de şervanên YPG û YPJ’ê hatin silavkirin.
(zt)

