Amadekariyên 8’ê Adarê berdewam dikin
13:43
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li navçeyên Amedê Sur, Bismil û Rezan, li gel Êlih û navçeya Artukluyê ya Mêrdînê pîrozbahî hene.
AMED
Xebatkarên Şaredariya Rezan di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li gel xebatkarên jin di xwarina taştê de hatin bahev. Di xwarina taştê ya li Salona Konferansê ya Şaredariyê hat dayîn de Hevşaredar Birsen Kaya Akat, Cîgira Şaredarê Nevriye Çur, endamên meclisê yên jin, rêveberên DBP û HDP’ê yên jin, mamostayên ji Kobanê yên li Mala Piştevaniya Perwerdê perwerde didin, xebatkarên jin yên di Bazara Semt ya Jiyana Jinan de dixebitin û jinên dibinya şaredariyê de dixebitin amade bûn. Di salona ku ji aliyê jinan ve hat xemilandin de pankartên weke “Ji Xwişkên Mîrabelan heya Sakîneyan em li Rojava Arînin û Kaderên sînoran nasnakinin” li gel wêneyê jinên di tekoşîna 30 salan de jiyana xwe ji dest dane hatin daleqandin. Di çalakiyê de Hevşaredar Birsen û endamên meclisa şaredariyê li jinan qurnefîl û poşî belav kirin.
‘Me hemû deskeftiyên xwe bi destê xwe avakirine’
Piştî sînevisyona ku mijara wê jinên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane Birsen axivî û got: “Divê em ji bîr nekin ku bi tekoşîna jinan em gihane vê astê. Me hemû deskeftiyên xwe bi destê xwe avakirine. Jinên ku beşdarî tekoşîna azadiya gelê kurd bûne ji bo bilindkirina tekoşîna jinan kedek gelek mezin dane. Jinên kurd gihane astek wiha ku êdî di dîrokê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine. Emê di rêya wan de pêşde biçin û hewil bidin bibin layêqê wan.
Rengê 8’ê adarê li meclisê ye
Jinên Meclisa Şaredariya Surê jî bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarî civîna mehane ya meha adarê bûn. Di civînê de Hevşaredar Fatma Şik Barut axivî û li hember hemû cure şidetên ser jinan banga rêxistinbûnê li hemû jinan kir.
Vexwendina şahiyê
Bi boneya 8’ê Adarê Têkela KJA ya Bismilê li jinan qurnefîl belav kirin. Di gera qurnefîl belav kirinê de Hevseroka HDP ya navçeyê Aygul Yagiş, Cîgira Hevşaredara navçeyê Hatice Elma, endamên KJA û endamê nmeclisa şaredariyê jî di navê de gelek jin amadebûn. Jinan bi duruşma “Bi berxwedana jinên Kobanê em xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” ji bo şahiya dê di 6’ê Adarê saet 12.00’an de li Parka Halîl Îbrahîm Oruç bê lidarxistin banga tevlîbûnê li hemû jina kirin.
ÊLIH
Li Êlihê endamên HDP, BDP û hevşaredarên Êlihê li ser cadeya Gulîstan esnaf ziyaret kirin, esnafên jin û xebatkar vexwendin mitînga 8’ê Adarê ya ku dê di 7’ê Adarê de bê li darxistin. Di ziyaretê de hevserokan li pirsgirêkên esnafan guhdar kirin û ji bo mitînga ku dê 7’ê Adarê di saet 10.00’an de li ber Nexweşxana Farabim bê li darxistin esnaf û xebatkarên jin vexwendin.
MÊRDÎN
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê jî ji bo beşdarbûna Meşa Jinên Cîhanê belavok hatin belav kirin. Ji bo meşa ku dê di 7’ê Adarê saet di 15.00’an de despêbike belavok bi çar zimanan hatin belavkirin.
(zt)

