Cenazeyêb Şervanên YPG’ê Cahît û Salîh anîn Rihayê
13:53
JINHA
RIHA - Cenazeyên şervanên YPG’ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl Xerzan) û Salîh Çîvî (Navdar Colemêrg) ên di operasyonên paqijkirina bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê.
Şervanên YPG’ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl Xerzan) û Salîh Çîvî (Navdar Colemêrg) ên li gundê Çelebî yê rojhilatê Kobanê du roj berê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan ji aliyê malbatan û rêveberên MEYADER’ê ve ji deriyê sînor ê Kobanê ya Serxetê ji rayedarên kantonê hatin wergirtin. Cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê bi sedan ksî ve bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin, li dû kar û barên li vê derê ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê re hat şandin.
Piştî otopsiya li Rihayê wê cenazeyê Cahît ji bo veşartinê ji gundê Mîryanîs ê Bedlîsê û cenazeyê Salî jî ber bi Colemêrgê ve werin şandin.
(zt)
