Li Rihayê çalakiyên 8’ê Adarê berdewam dikin
13:59
JINHA
RIHA - Jinên HDP û DBP'yî, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiyan û ber bi avahiya PTT ve meşiyan. Di meşa ku Dayikên Aştiyê û Hevşaredara Navçeyê Zûhal Ekmez jî amade bû de jinan dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana YPJ'ê" qîriyan. Li ber postaxaneyê endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Guler Koştû daxuyaniyeke kurt da û got, "Jinên di girtîgehan de li ber xwe didin bi tenê nînin. Em her tim li cem wan in û em ê her tim li cem wan bin."
Li dû daxuyaniyê jin ketin hundirê avahiya PTT'ê û ji jinên girtî re qert şandin.
Xelfetî
Li navçeya Xelfetiyê jî pêkhateyên KJA'ê gora Gulperî Erdîl a ji ber zexta psîkolojîk dawî li jiyana xwe anî û Senem Yucel a bi biryara meclîsa malbatê hat qetilkirin, ziyaret kirin û qurnefîl danîn ser gorên wan.
(zt)
