Gulten Kişanak: Dê Newroza 2015’an weke nîşeyekê têkeve dîrokê
14:44
JINHA
AMED - Starta xebatên Newroza Amedê ya ku dê di 21'ê Adarê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêk bê hate dayîn. Serokê Komîtêya Amadekar a Newrozê Seyîd Firat diyar kir ku çavê hemû cihanê li peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Têkildarî pîrozbahiyên Newroza Amedê ya ku dê di 21'ê Adarê de li Qada Newrozê ya Amedê pêk bê li Otela Lîluz civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Komîteya Amedarkar a Newrozê, KCD, DBP, HDP, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û gelek saziyên sivîl ên civakî tevlî civînê bûn. Civîna gelek xebatkarên çapemeniyê jî beşdarbûn bi xwarina taştê dest pê kir. Serokê Komîteya Amadekar a Newozê Seydî Firat têkildarî bernameya Newozê de axivî û diyar kir ku dê di Newroz Amedê ya sala 2015'an de daxuyaniyên gelek girîng bên dayîn. Seyîdî anî ziman ku gelê kurd dixwaze Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroz Amedê de bibîne. Seyîdî têkildarî îdîayên Ocalan dê ji Newrozê re peyemekî bi dîmen bişîne jî got ku tiştekî zelalbûyî tuneye.
‘Dê weke nîşeyekê têkeve dîrokê’
Hevşaredara Bajarê Mezina a Amedê Gulten Kişanak diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan amadekariyên Newrozê dikin û wiha got: "Ki dixwazê azadiyê xwe mezin bike bila tevlî Newroza 2015'an bibe. Ki neyê vê Newrozê dê bêjê xweziya ez jî biçûma. Newroza Amedê ji bo berxwedana Kobanê û Şengalê ye. Di Newrozê de tişta herî girîng dê peyamê Ocalan be. Bila hemû kes amadekariyên xwe yên 21'ê Adarê bike."
(zt)

