Dê DODER ji bo HDP’ê bixebite
15:14
JINHA
DÊRSIM - DODER'ê ragihand ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û cihê xwe di xebatên hilbijartinê de bigire.
Komeleya Xwendekarên Azad a Dêrsimê (DODER) bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de destekê bidin xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Di daxuyaniyê de hat raighandin ku ew ê destekê bidin HDP a li cem gelên bindest cih digire û hemû nasname û baweriyên cuda di nava xwe de vedihewîne. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji bo yên navnîşana xwe ne anîne Dêrsimê roja herî dawî 9'ê Adarê ye û ji xwendekarên hesas û hestyar hat xwestin ku navnîşana xwe bînin Dêrsimê û tevlî xebatên hilbijartinê bibin.
DODEF'ê destnîşan kir ku ew ê rê nedin AKP, CHP û mejiyên din ên faşîst.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo alîkarîdayîna xwendekarên li Çewlikê di greva birçîbûnê de ne, wê sibehê saet di 08:00 de biçin Çewlikê.
(zt)
