DKY’ê astengiya vizeya Graça Samo şermezar kir

15:45

 


JINHA


ENQERE- Meşa jinên Cîhanê (DKY) di çarçoveya çalakiya Navneteweyî ya 4'emîn dê 6-7 Adarê de li Nisêbînê bê li dar xistin. Koordînatora Navneteweyî ya DKY Graça Samo ya ji Mozambîk ji bo tevlî çalakiyê bibe serî li vîzeyê da lê belê Tirkiyetaleba vîzeyê redkir. DKY Redkirina vîzeya Graça şermezar kir.


Sekreteryaya Navneteweyî ya DKY, wiha got: "Xwişkno, em hemû li hember vê mijarê matmayî man û em bi hêrsin. Ji ber vê pêwîst e ji bo şermezar kirinê em hemû rabin ser piyan. Meşa Jinên Cîhanê(DKY)Tevgereke femînîst ya navneteweyiye  ji 163 welatan nêzî 6 hezar kom û rêxistinê jina pêk tê  û bi armanca  li hember feqîrî û tundiyê têkoşînê bimeşîne hatiye damezrandin. DKY îsal ji bo derketina Şoreşa Jinên Rojava çalakiyê xwe li Kurdîstane dike.Dê jinê 6-7 Adarê li Nisêbînê hin pîrozbahî û çalakî li dar bixe.


Koordînatora Navneteweyî ya DKY Graça Samo ya di nava delegasyona ku bihata Tirkiye cih digirt ji ber serlêdana vîze ya ku di 27 Sibatê de ji aliyê Tirkiye ve hat red kirin nikare tevlî çalakiyan bibe. Koordînatoriya Turkiye ya DKY bi daxwuyaniyekê hukumeta Tirkiye ya bê hincet serlêdan red kir şermezar kir. Niha jî Sekreterya Navneteweyî ya DKY'ê bi daxwuyaniyekê redkirina vizeya Graça şermezar kirin.


'Pêwîst e em rabin ser piyan'


Sekreterya Navneteweyî ya DKY di daxwuyaniyê de wiha tê gotin: " Xwişkno ,Em  hemû li vê mijarê matmayî man, û em bi hêrs in.Ji ber wê ji bo em şermezar bikin pêwîst e em tevde rabin ser piyan. Daxwuyanî wiha berdewam dike: "Em nêzî çalakiya Navneteweyî ya 4'emîn ya bi xwişkên re li her cîhê cîhanê bi şîara "Heta bedena me welatê me axa me azad bibin emê bimeşin"  bê lidarxistin dibin. Koordînatora Navneteweyî ya DKY Graça Samo ji bo amadekariyên çalakiyên xwişkên me demeke  dirêje kedeke mezin dide  û me biryar girtibû ku di karavana Ewrupa de çalakiyên li Mêrdînê de peywirdar be. Tevlîbûna Graça  ya meşê li hemû cihanê lê belê li herema ku tundiya jinê zêdeye herema Kurda, riya tevkeriya jinan vekira. Em hemû bi hêrsin û em şermezar dikin. Xwişkno di dema ku em destbi çalakiyên Navneteweyî ya 4 'emîn dikin  li hember hemû newekheviyê, hemû rêbazên tundî û kontrola ku pergal bi her awayî li ser me dike bi dawî bikin rabin ser lingan. Heta em hemû azad bibin emê meşa xwe berdewam dikin."


 Graça Samo kî ye?


Graça Samo, Rêxistina jinan ya herî mezin a Mozambîk (Forum Mulher) demek dirêj rêveberî kir şunve di sala  2013’an de di Koordînatora  Navneteweyî ya Meşa Jinên Cîhanê de hat hilbijartin û ji bo Graça Sekreterya Navnetewi barî  Mozambikê kir.


(ks/zt)