Li Basa kelecana 8’ê Adarê
16:47
JINHA
ŞİRNEX - Pirozbahiyên 8’ê Adarê bi hemû çoşa xwe li Botanê berdewam dike. Yek ji deverên kelecan lê bilind jî navçeya Basa ne. Jinên Basan bi cil û bergên xwe yên netewî reng dan qada pîrozbahiyê.
Li navçeya Basan ya Şirnexê pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja jinên Kedkarên Cîhanê hat lidarxistin. Pîrozbahî bi tevlîbûna Hevseroka DBP ê ya Şirnexê Zozan Anit,Hevseroka HDPê Asmîn Kiraç, Hevseroka DBP’ê ya navçeyê Basê Guler Kapaligoz û meclisên jinan yên şirnexê hat destpêkirin. Qada pîrozbahîyê bi posterên Rêberê PKK ê Abdulah Ocelan û pêşengên jinên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin xemilandin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka DBP’ê Basê Guler Kapaligoz gel silavkir û got: “Emê li hercihî têkoşin bikin û em ê bibin pêşengên civakê. Di her aliyan de xwe rêxistin bikîn. Ger em xwe rêxiistin nekin wê her roj jin werin qetilkirin. Bi hêza jinên rojava em ê bibin pêşeng.”
‘Emê bi giyana Zîlan û Sakîneyan tekoşîna jinê bilind bikin’
Hevseroka DBP’a Şirnexê Zozan Anîk jî di despêkê de gel silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em nahêlin êdî jin bên qetilkirin. Emê bi rihê Zîlan û Sakînayan tekoşîna jinê bilind bikin û li hember çina desthilatdar seri netewînin.”
piştî Zozan Hevseroka HDP’ê Asmîn Kiliç jî axifî û wiha pêde çu: “Emê bi germahîya hêzên YPJ, YPG û jinên Şengalê li bakurê kurdistanê ji tekoşina xwe bi hemû hêza xwe berdewam bikîn û nahêlîn ku êdî jin werin wê astê ku mafê wan bê binpêkirin.”
Piştî axaftinan hunermendan derketin dikê û gel coşandin. Li qada şahiyê bê navber duruşmeyên “Bijî YPJ” hatin berzkirin.
(hk-zf/zt)

