Pinara YPJ yî ji aliyê de hezaran ve hat oxirkirin

17:12

 


JINHA


MÊRSÎN - Cenazeyê Şervana YPJ'ê Pinar Ozer (Şîn Semsûr) a ku di li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Mêrsînê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Pinar Ozer (Şîn Semsûr) a ku di operasyonên li gundê Bexdîk û Îdaniye yên li rojhilata Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê pêk hat de jiyana xwe ji dest da ji Rihayê anîn Mêrsînê. Cenazeyê Pinar anîn Mizgefta Hz. Omer a li taxa Çay a navçeya Akdenîz a Mêrsînê û piştî nimêja cenaze ber bi Goristana Guneykent ve derxistin rê. Di merasîmê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Pinar, alên PKK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Şehid namirin" û "Jin jiyan azadi" hatin berzkirin.

Cenazeyê Pinar piştî vecîbeyên olî li Goristana Guneykentê hate definkirin.

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn girse derbasî konê sersaxiyê yê li taxa Çîlek bû.

(zt)