Li Qubînê pîrozbahiya 8'ê Adarê
17:25
JINHA
ÊLIH - Li navçeya Qubîna Êlihê bi pêşengiya Kogreya Jinên Azad (KJA) di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kadkar ên Cihanê de bi dirûşmeya "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin em xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" bi tevlî bûna jinên êzdî şahiyêk li dar xist.
Li navçeya Qubîna Êlihê pêşengiya Kogreya Jinên Azad (KJA) di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kadkar ên Cihanê de bi dirûşmeya "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin em xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" şahiyêk li dar xist. Şahî li qada Newrozê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel, Hevşaredara bajarokê Awîskê ya Qubinê, Hîdayet Tiryakî, jinên êzdî yên ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên hov reviyan û li Qubinê bi cih bûn û gelek jin tevlî şahiyê 8'ê Adarê bûn. Jina qada şahiyê bi kincên gelerî yên li xwe kirin ên bi rengên cuda xemîlandin. Şahî bi rêzgirtina dest pê kir. Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel axaftina ewil kir û diyar kir ku ger îro jin li qadan bin û azadiya xwe bi qêrin ev saya jinên têkoşer e. Akel anî ziman ku sala 2015'an dê bibe sembola azadiya jinê.
'Jinên kurd mohra xwe li dîrokê dan'
Parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata jî balkişand ser dîroka têkoşina jinê wiha got: "Heya niha di dîroka cihanê de têkoşin û berxwedana jinê ne hatiyê nivisandin û di dîrokê de cih ne hatiyê girtin. Lê jinên kurd bi berxwedana Kobanê de mohra xwe li dîroka cihanê dan û navê jinan bi berxweder dê bilev kirin." Akat destnîşan kir ku ger îro jin li qadan bin û azadiya xwe bi qirîn ev saya jinên têkoşer in. Jinên têkoşer tu çarî nayên jibir kirin û hemû jin dê li pey şopa wan bin.”
Ayla diyar kir ku di civakên cihanê de jinên kurd bi têkoşina xwe cudahiya xwe dayê nişandan û hemû jinên cihanê re bi rêxistina xwe dibin mînak.Ayla di dawiya axiftina xwe de anî ziman ku ji îro niha jinên kurd dê her tim li qadan bin û ji bo azadiya xwe bitêkoşin.
Hevşaredara bajarokê Awîskê ya Qubinê, Hîdayet Tîryakî helbeta ku li ser berxwedana jinê nivîsîbûn xwend.
Şahî bi stranên hûnermenda NÇM'ê Mîzgîn berdewam kir.
(ho/zt)

