Dayikên Aştiyê gorên şehîdan ziyaret kirin
17:39
JINHA
RIHA - Dayikên Aştiyê yê DBP'a Pirsûsê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de gorên şehîdan ziyaret kirin û qurnefîl danîn ser goran.
Dayikên Aştiyê yên Pirsûsa Rihayê bi munesebata 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi tevlîbûna gelek dayikan gorên şehîdan ziyaret kirin. Dayikên Aştiyê ewilî gora şehîd Meral Tekînalp a li gundê Arabanê bû ziyaret kirin û piştre jî bi rêzê ve Goristana Şaredariyê ya Yolcularê. Dayikên Aştiyê herî dawî çûn ser gora şehîd Emîne Oran a li gundê Minazirê ye. Berdevka Dayikên Aştiyê Zelîha Ozkan li Goristana Yolcularê axivî û got ku ev sedsal sedsala jinan e û wiha axivî: “Ji ber ked û û têkoşîna şehîdan niha em behsa jinan dikin. Bila herkes baş zanibe ku ew nemirin. Ew di nava dilê me de dijîn. Îro roja wan e û em bi saya têkoşîna wan roja jinan pîroz dikin. Em hemû jinên niha di eniyên şer de li ber xwe didin silav dikin û roja wan a jinan jî pîroz dikin. Çi dibe bila bibe divê herkes baş zanibe ku tola şehîdên me dê bê hilanîn.”
Piştî serdana goristanan Dayikên Aştiyê ji bo tevlîbûna mîtînga dê 6'ê adarê li gundê Mehserê pêk bê li taxan belevoka belav kirin.
(kom/zt)

