Rejîma Îranê di sala 2015’an de 189 kes darvekir
17:46
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê ya dawiya Sibatê 8 kes darve kir, di meha Adarê de 10 kes bi komî darve kir.
Li gor çavkaniyên muxalif ên Îranî, tenê di meha Sibatê de li welêt 98 kes hatin darvekirin. Di 3’ê Adarê li girtîgeha Şîraz bi deh kesên bi awayekî komî hatin darvekirin re hejmara kesên di sê rojên destpêkê yê Adarê de hatin darvekirin derket 13’an. Hat ragihandin ku ji sedî 61 darvekirinên li Îranê pêk tên bi awayekî fermî nayên aşkerakirin. Muxalif piranî agahiyên têkildarî darvekirinan bi rêya tevna civakî parve dikin. Dîsa ji destpêka 2015’an heta niha herî kêm 189 kes hatine darvekirin.
Welatên rojavayî yên tevayî awiran dikişînin ser bernameya nukleer a Îranê, li hember vê kiryara di asta hovîtiyê de ye bi piranî bêdengiya xwe diparêzin.
(zt)
