Li Pirsûsê polîsan li ser malan de girt

18:39

 


JINHA


RIHA - Li navçeyê Pirsûsa Rihayê gelek polîs û tîmenên taybet li ser malan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinê de welatiyek binavê Azîz Aslantekîn hatiye binçavkirin û piştî demekê serbest hat berdan.

Li taxa Cumhuriyeta navçeyê Pirsûsa Rihayê gelek polîs û tîmenên taybet li ser malan welatiyê bi navê Azîz Aslantekîn de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtine de welatiyê bi navê Azîz Aslantekîn hatiye binçavkirin. Hevsera Azîz Aslantekîn, Nedîma Aslantekîn got ku polîsa û tîmên taybet di saet 15.00'an û di 16.00'an de li ser mala wan de girtiye. Nedîma diyar kir ku bê tu hinceta nîşan bidin ketin mala û mala me belav kirin. Nedîma bilêv kir ku polîsan telefonî hevserê wê kiriye û piştî hevserê wê hatiye mal ji aliyê polîsan ve hatiye binkçavkirin.

Welatiyê bi navê Azîz Aslantekîn jî da zanîn ku ew piştî nîv saetê di binçavda maye û binçavkirina xwe wiha vegot: “ Ez li ser karê xwe bûm. Telefon ji min re hat gotin ku polîs hatine te dixwazin. Ez jî hatim malê û ez hatim binçavkirin. Gotin ku ev çend rojin em te dişopînin û cîranê te te îxbar kiriyî. Min jî ev qebûl nekir û piştî binçavkirina nîv saetê ez hatim berdan. Lê min ji wan re gotin ku ez ê der barê wan de gilî bikm.”

(kom/zt)