Jiyana Rebiya ya li Amûdê hat qetilkirin bi şidetê derbasbû

09:05

 


Zinarîn Aydîn/JINHA


AMÛDÊ – Li bajarê Amûdê yê Rojava Şukri Ali Mehmud ê 58 salî hevjîna xwe ya ku 35 sale bi hev re dijîn bi 7 guleyan qetilkir. Hat zanîn ku asayîşê ev girtiye û hîna dadgeha wî berdewame. Zarokên Rebiya Emîno Mehmud Sureya û Mizgîn jî diyar kirin ku her dem diya wan rastî şidetê dihat û gotin: “Bavê min ne mirovek layêqî diya min bû.”


Li Amûdê dayîka 6 zarokan Rebiya Emîno Mehmud ya 45 salî di hefteya derbasbûyî de ji aliyê hevserê xwe Şukri Ali Mehemud ê 58 salî ve bi 7 darbê guleyê hat qetilkirin. Piştî bûyerê qatîl Şukri Ali Mehmud ji aliyê hêzên asayîşê ve hat girtin û hîna lêpirsîna wî berdewam dike. Xwişka Rebiya ya hat qetilkirin û du keçên wê bûyer vegotin.


'Bavê min ne layiqê diya min bû'


Keça Rebiya Sureya Mehmud a 18 salî jî da xwiya kirin ku bavê wê herdem di hindirê malê de bi dayika wan re dikete nava pevçûnan û herdem bi ser dayika wan de qîr dikir û weha berdewam kir: “Bavê min bê sebeb bi dayika min re xwe aciz dikir. Herdem li hincetekê digeriya ku bi diya min re pevbiçe. Diya min herdem ji me re digot ‘qedr û qîmeta bavê xwe bigrin.’ Lê bavê min bi xwe ne xwedî feraseteke weha bû. Dilê wî pir xirab bû. Herdem di nava waswasa debû. Diya min jinek oldar bû bi nimêja û rojiyên xwe ve girêdayî bû. Bavê min ne layiqê diya min bû. Heyfa jinek weke dayîka min ku ewqes sal bi yekî weke bavê min re jiyan kiriye."


'Tu kes rojekê ji dayika min neyêşiya ye'


Keça Rebiya Mizgîn Mehmud ya 25 salî jî wiha got: “Bavê min tucarî xweşî ne daye dayîka min. Her dem bavê min ji derve bû wexta ku bihata malê jî çi acizbûnên wî yê ji dervede hebaya dihat û bi serê dayika min de diteqiya. Dayika min mîna melayeketekê bû. Tu kes rojekêji dayika min neyêşiya ye, diya min digot li bavê xwe negrin û li ser wî nebaş bi derdor re tucar naxivin. Bavê min ji aliyê derdor ve zêde ne dihat naskirin, her kes wî mirovek bê pirsgirêk dizanî lê di hindirê malê de newehabû. Herdem ji dayika min re xeberên nebaş dida. Dixwest  dayika min di çavên me de jî reş bike. Wî bi xwe jî pirsgirêka xwe fam nedikir, mirovek tevlîhe bû bavê min."


'Bila tu jin jî êdî tadariyên zilama li ser xwe qebûl nekin'


Birayê Rebiya Mehmud Behaldîn Mehmud jî weha axivî: "Çi kesê ku xwişka min nas dikir gelekî jê razî bûn. Em dizanin ku ji destpêkê de ji xwişka me re nebaş bûye me pir caran mudaxele kir, ev çar sal xwiya dikir ku pirsgirêk di nav wan de nema bû, belkî jî xwişka me ji bo xatirê zarokên xwe ne dixwest ku êdî ji me re bibêje. Me di van çar salan de tu gazin ji aliyê xwişka xwe de nedît. Wê ji bo zarokên xwe tehmûla tadariya ku li ser wê dihate kirin dikir. Pirsgirêk çi dibe bila bive heqê tu kesî yê kuştinê tuneye. Kesek ji bo tu hincetî jî nikare hevsera xwe bikuje, bila tu jin jî êdî tadariyên zilama li ser xwe qebûl nekin û li hemberî wê bê deng nemînin, ma em di çi demî de jiyan dikin ku pirsgirêk bi vî rengî bi encam bivin."


 (za/zt)