'Li Rojava her roj berxwedan her roj 8’ê Adarê'

09:06

 


Şevin Şervan / JINHA


QAMİŞLO – Ji rêveberên TEV DEM’ê Hanîfe Hesen diyar kir ku bi despêkirina şoreşê re li Rojava di her qadên jiyanê de jinan cîh girtin, xwe bi rêxistin û hişmendî kirin. Hanîfe da zanîn kul i Rojava her roj 8’ê Adarê ye, her roj roja berxwedan û azadiyê ye.


Di xweseriya demokratîk ya kul i Rojava dibin pêşengiya jinan de ji nû ve tê avakirin de jin di hemû qadên jiyanê de cîh digirin. Jinên Rojava di her navendên jiyanê de xwe pêşxistine. Ji rêveberên TEV DEM’ê Hanîfe Hesen şoreşa Rojava ya dibin pêşengiya jinan de berdewam dike nirxand û wiha got: “Bi tayîbetî jî jinan di parastina cewherî de cîh giritine. Piştî Şengalê jinan êdî parastina xwe bi hêviya mêran ve nehêlane. Heger jinên Şengalê bi rêxistinkirî, bi hişmendî û perwerdekirî banan dê li hember çeteyên DAIŞ’ê xwe parastibana.”


‘Divê jin di hemû navendên jiyanê de cîh bigirin’


Hanîfe wiha axaftina xwe domand: “Ya ku jinan tîne ba hev nasnama wane. Em dikarin bi hemû jinên cîhanê re bibin yek ji berk u êşên me hemanin. Ji bo hilweşîna pergala deshilatiya mêran divê jin bibin yek û li hember pergalê têbikoşin. Yek ji projeya me ya Rojava ji kîjan çandê dibe bila bibe jin bi rengê xwe tevlî xebatê bûne. Me biriyar ji nû ve avakiriyê daye.” Hanîfe xwest ku jin êdî ji hindirê malan derkevin, xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin bikin û bibin vîn.


‘Jin wek vîn nayên dîtin’


Hanîfe desnîşan kir ku divê 8’ê Adarê bi rojekê re neyê sînor kirin û wiha berdewam kir: “Bi hezar salane jin li hember hişmendiya tariye. Li Rojhilata Navîn, Ewrupa, Tirkiyê û gelek deverên cîhanê pirsgirêkên ku jin dijîn hemanin. Reng, ziman û çanda wan cuda be jî şideta ku dijî hemane. Li welatên guya pêşketî de jin weke meta tên karanîn, li welatên Rojhilata Navîn jî jin rastî hemû cureyên tundî û zilmê tên. Bi her awayî, beden, giyan û hestên jinan dibin mêtîngeriyê dene. Jin weke vîn nayên dîtin.”


‘Şoreş qehremanên xwe digihîne’


Hanîfe bilêv kir ku şoreşa Rojava bi jinan re hişmendî pêşxistiye û wiha dom kir: “Jin bi şoreşa Rojava re pêş ket û bû vîn. Di her qadê de jin bi rêxistin dibin. Em bi hêsan ne gihştin van rojan. Demoriyek bi salan ya vê rêxistinê heye. Me gelek weledên xwe sipartin axê. Me gelek berdêlên giran bûha dan. Weke Arîn Mîrxan ya li Kobanê bûyî sembola berxwedanê… Şoreş qehremanên xwe di afirîne. Ji ber 8’ê Adarê jin daketin qadan. Li Rojava her roj 8’ê Adarê ye. Her roj roja berxwedan û azadiyê ye. Ez roja hemû jinên tekoşînê dikin pîroz dikim. Ez Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê ji Nisêbînê despêbike jî silav dikim.”


(zt)