'Rojek ya jinan heye min bihistiye lê …!'
09:08
Handan Tufan / JINHA
İZMİR – Li Basmaya Îzmîrê di otelekê de Guler Atav ya 62 sali ya çavên wê şîn û pirê wê sipî her roj wan tiştên kevnare yên di destê xwe de difiroşe û jiyana xwe berdewam dike. Dema kum e 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jê pirsî ev bersiv da me: “Rojek ya jinan heye, min bihîstiye; lê min qet pîroz nekiriye. Dibe ku rojekê pîroz bikim.”
Li hemberî hişmendiya mêran ya ku hema bêje xwe di hemû navendan bi cîh kiriye, weke bi salane tê pîrozkirin, îsal jî amadekarî tên kirin. Li tevahiya herêmê û gelek navendên Tirkiyê jin bi rengên xwe amadekariyan dikin. Li kolanên semta Basmane ya Îzmîrê rawestîna jinan balê dikişîne. Yek ji jinên ku ji ber êşa jiyanê 8’ê Adarê ji bîr kirî Guler Atav 8’ê Adarê li gorî xwe dinirxîne. 5 salin Guler di otelek ya Basmane de jiyana xwe berdewam dike. Guler a 62 salî dibêje di jiyanê de “min çî kişaye.” Paşê jî bi vî awayî hinek vedike: “Min dansozî û lîstokvanî kiriye. Ez di pevyonan de xebitîm û min gelek kişaye.”
‘Carnan birçî dimam’
Guler di temenê biçuk de ji malê derdikeve. Demek dirêj hem ali hemû navendên Tirkiyê degere û dansoziyê dike. Guler car caran lîstokvaniyê jî dike, dema ku hinek temenê wê mezin bûye êdî nikare heman karî berdewam bike. 5 salên di otelê de dijî li hemberî gelek nexweşiyan li ber xwe daye. Guler pir ber bi demborêyê de neçu û piranî qala 5 salên di otelê de dike. Guler diyar kir ku ew tiştên ji nava kolanan kom dike û di otelê de difiroşe û wiha got: “Derdor xwarinê dide. Dema ku ew nedin ez birçî dimînim. Carnan jî li nava kolanên Basman eme. Xwişk û birayên min hene lê ez kesê ji wan nabînim. Ez qet ne zewicîme. Tu kesên min jê heskirine jî çênebûye. Her dem moralê min ketiye. Kes yê ez pêre bigerim nîne.”
‘Min bihîstiye…’
Guler da zanîn ku ji wê re gotinên weke prenses û suslî bi kar anîne. Guler di derbarê 8’ê Adarê de jî wiha dibêje: “Rojek jinan heye, min bihîstiye; lê min qet pîroz nekiriye. Dibe ku rojekê pîroz bikim. Ev jiyan gelek zalime, ji bo jinan zêdetir zalime. Qet dilê xwe bi jinan na sojîne, di xetayek biçuk de jî wan ceza dike. Hemû kes xetayan dikin. Lê çima her dem zêdetir jin zeca digirin. Weke ku her kesê karê xwe hêlaye tenê bi jinan re mijul dibe. Ez gelek wastiyam û xweyîdîm.”
(zt)

