Ji Kobanê heya Şengalê têkoşîna YPJ’ê jîndar dibe
12:21
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bîroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşan û 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir.
CENÎ diyar kir ku 8ê Adarê ji bo hemû jinên cihanê roja berxwedana li dijî hemû cureyên êrîşên desthilatdariyê ne û wiha got: “Di vê wateyê de em bi rêzdariyek mezin Sakîne Cansiz, Rosa Luxemburg, Arîn Mîrkan û Clara Zetkîn bi bîr tînin ku bi hebûna xwe têkoşîna jinê jîndar kirine .Di sedsala heyî de bi bedelên giranbûha gelekî serkeftinên mezin hatin bi destxistin ku nirxên demokratîk û azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê hatin ava kirin û parastin. Di bin navê namûsê de jin tên qetil kirin, talan kirin, bi zorê tên zewicandin, îşkence kirin, rastî tecawiz, lêdan û tacîzê tên. Êrîşên vî awayî ne qederên kesayetane, berovajî vê êrîşên sîstematîk ên li dijî jinan e.“
‘Em dikarin bi parastina cewherî dayîksalarî bixin meryetê‘
CENÎ anî ziman ku li Ukranîn, Nîgerîa û herî dawî li Şengalê bi hezaran jin hatin revandin, rastî tecawizê hatin û li bazaran hatin firotin û wiha domand: “Çeteyên faşîst ên weke DAIŞ û Boko Haram nûnerên hişmendiya zayendperest a zilamê serdest û pergala baviksalariyê ye. Divê jinê bi dawî anîna van êrîşan ne bi rêya dewletan an jî saziyên ku pê ve girêdayî ne bigrin, tenê bi parastina xwe ya cewherî em dikarin pergala dayiksalarî derbasî meriyetê bikin.“
CENÎ bang li jina kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:“ Werin em bi hev re bi wesiliya 8 ê Adarê, êrîşên li ser jinên li Şengalê, Ukraîn, Nîgerîa, Gaza û hemû deveran bi ruhê berxwedaniya YPJ‘ê parastina xweser a cewherîn ji bo hemû jinan li her deveran jîndar bikin. Werin em hevbeş wê ruhê berxwedaniyê li hemû deveran belav bikin û bibin şopdarên Sara’yan, Rosa’yan û Arînan.“
(zk)
