Ji bo Kobanê silava roja 172'an
12:42
JINHA
RIHA - Berxwedêrên nobetê li gundê Miseyner û Elizerê bi zincîra mirovan berxwedana şervanê YPG/YPJ'ê ya roja 172'an silav kir.
Li gundê Mehserê ku bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wê sibehê mîtînga herêmî lê were lidarxistin, amadekarî li ber temambûnê ye. Li gundên Miseynter û Elîzerê jî, şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin. Li her du gundan bi sedan kes hatin cem hev bi destê hev girtin, berê xwe dan Kobanê û bi berz kirina dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ/HPG/YBŞ" û "Bijî Serok Apo" berxwedêr silav kirin.
Piştî çalakiyê welatiyan dest bi paqijiya hawirdorê kir.
(zt)

