Jinên Mehserê banga silavakirina YPJ’ê kir

13:51

 


Dîlan KARAMANOGLU /JINHA


RIHA - Cara yekemîn pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê dê li ser sînar gundê Mehsera Pirsûsa Rihayê bê lidarxistin. Jinên ku dê cara yekemîn li gundê wan pîrozbahî pêk bê, diyar kirin ku ew pir bi kelecan û keyfxweşin. Jinên Mehserê bang li jinan kirin ku bên ser sînorê Kobanê û Pirsûsê û berxwedana YPJ’ê silava bikin. 


 Pîrozbahiyên 8’ê Adarê bi coşeke mezin li Kurdistanê didomin. Dê 8’ê Adara îsal li gundê Mehsera Pirsûsa Rihayê ku li ser sînore, dê bê pîroz kirin. Pîrozbahiya ku dê di 6’ê adarê de bê lidarxistin, dê ji Kurdistan, Tirkiye û Avropayê jin beşdar bibin û bi berzkirina dirûşman û tilîliyan, dengê xwe bigihînin şervanên YPJ’ê û berxwedana wan a dîrokî silava bikin. Jina bi navê Narîn Turan û Edîbe Yildirim ku li gundê Mehserê dijîn, diyar kirin ku ji bo ku ew ê malovaniya vê rojê bikin pir keyfxweşin û bang li jinan kirin ku bên berxwedana YPJ’ê silava bikin.    


Turan anî ziman ku bi hezaran kobanî piştî êrîşen çeteyên DAIŞ’ê neçar man ku di saetên şevê de axa xwe terk bikin û wiha got: “Li ser vê erdnîgariyê yên ku herî zêde zilam li wan hatî kirin û rastî îşkenceyên hatîn em in. Ji ber ku em kurdin û em kurdîniya xwe red nakin. Ez li vê derê bi zimanekê siyasî û polîtîk na axivim. Ez weke miroveke xwedî wijdan, dayik û jin diaxivim. Lê êdî ev rastî tê zanîn.”


Turan da zanîn ku bi salane jin biçûk tên dîtin û wiha bi lêv kir: “Ew mirov û jinên ku dihatin biçûk dîtin îro şer dikin. Gelo li kîjan welatî, jin bi awayekê topyekun ketine nava şer? Ev yek li tu welatî nehatiye dîtin. Li Kobanê jin bi cesaretin û ne tirsûnekin. Ji ber vê yekê çek xistin destên xwe û şer kirin.”


Turan bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de şêrejintiya xwe derbixwin holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro roja me ye. Çi tirk, kurd, êzidî û Erep dibe bila bibe, tu ferq nake, werin vir û em bihev re ji bo jinên berxwedêr li çepikan bixwin û em bêjin ‘başe hûn hene’.”


Edîbe Yildirim jî ragihan ku pîrozbahiya 8’ê Adarê ya gundê wan pir girîng e û wiha axivî: “Ji bo hêz dayîna jinên YPJ’ê hatina jinan a vê derê gavek watedare. Rêxistinbûyîna jina û bi hêz bûna jinan ji bo min pir girîng e. Di vê çarçoveyê de ez hemû jinan dawetî pîrozbahiya 6’ê adarê ya gundê me dikim.” 


(av)