Nisêbîn li benda mêvanên xwe yên rengarengin

14:53

 


JINHA


MARDİN – Hemû amadekariyên Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê sibê ji Nisêbînê despêbike qediyane. Li Navenda Çanda Mîtaniyan ya ku dê li wê panel û forumlar lê bê li darxistin wêneyên pêşengên jinên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê û bi 5 zimanan li her derê hatine daleqandin.   


Dê îsal starta Çalakiyên Navnetewiyên DKY’ê atfî jinên Rojava bên kirin û ji Nisêbînê despêbike. Bajar veguheriye rengê jinan. Navenda Çanda Mîtaniyan ya ku dê li wê panel û form bê li darxistin ji wêneyên pêşengên jinên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê hatiye xemilandin. Li navendê wêneyên pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylamez yên li Parîsê hatin qetilkirin, Rojnameger Deniz Firat, Gurberelli Ersoz, Arîn Mîrxan, Sibel Bulut, Clara Zetkin, Leyla Qasim, Kader Ortakaya, Çîçek Botan, Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Xwişkên Birabelan, Gulnaz Karataş, Ayşe Şan, Rehşan Demirel, Ekin Ceren Dogruak, Delîla, Vîyan Soran, Gurbet Aydin, Şîrîn Elemhuyî û Evrim Demir hatin daleqandin.


Her wiha li gelek deverên bajêr bi zimanên kurdî, înglîzî, suryanî, erebî, û tirkî pankartên nivîski yên weke “Bi berxwedana jinên Kobanê em xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” û “Heya hemû jin azad bibin emê bimeşin” hatine hildan. Her wiha ji derveyî Navenda Çanda Mîtaniyan jî wêne û portre yên jinên pêşeng li gel filamayên kesk, sor, zer û mor hatiye xemilandin.


Sibê saet di 09.00’an de li Navenda Çanda Mîtaniyan du panelên li du salonên cuda yên heman navendê, bi mijarên cuda dê bên li darxistin wihane; “Kontedralîzma Demokratîk û bi pêşengiya jinê Şoreşa Rojava”, “Ekolojî û mêtîngeriya xwezayê”, “Nirxandinên Jineolojiyê” û “Keda jinê û bi her awayî şideta ser jinê” di runiştina dawiyê de jî dê bi sitiranên Mizgîn Tahir dawî bibe. Dê di 7’ê Adarê de jî li Nisêbînê mitîng bê li darxistin.


 (zt)