Li Qoserê kelecana 8’ê Adarê

15:31

 


JINHA

MÊRDÎN –
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê jin li Qoserê gihan hev. Jin bi meşê ber bi cihê mitîngê ve herikîn. Di meşê de jinan duruşmên weke ‘Jin jiyan azadî’ bilind kirin. Jinan bi kincên xwe û lîlandinên xwe reng dan qadê.


Bi wesîleya 8’ê Adaêr Roja Jinên Kedkarên Cîhanê jinan li Qoserê mitîng li darxistin. Ji Qada  Newerozê heya Meydana Azadiyê jin meşiyan. Di meşê de jinan pankartên weke “Dê cîhan bi jinan azad bibe û bi keda wan bedew bibe” li gel dovîzên weke “Em yek biçin bi hezaran tên”, “Em ne malê dewlet, milet û civakê ne, em mirovin” û wêneyên Kader Ortakaya li gel Sibel Bulut hatin hildan. Di tevahiya meşê de jinan li erbanê xistin. Di tevahiya meşê de jinan duruşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” bilind kirin. Jinan bi lîlandin û kincên xwe yên rengîn qada mitîngê xemilandin.


‘Emê di rêya berxwedêran de bimeşin’



Piştî deqeyek êzgirtinê Hevseroka DBP’ê ya navçeyê Nadiye Kaya axivî û got: “Bila roja 8’ê Adarê ya ku bi keda jinan hatiye avakirin li hemû jinên Rojhilata Navîn pîroz be. Bila 8’ê Adarê li hemû jinên li tevahiya cîhanê di berxwedanê de û bi tayîbetî jî li jinên li Şengal û Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin pîroz be. Em li hember bîranîna hevalên xwe bi rêzdarî serê xwe ditewînin. Em jinên ku di qirkirinên jinan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Weke tê zanîn dîrokek trajedi ya jinan heye. Jinên ku duh dihatin qetilkirin û ne xwediyê tu mafên jiyanê îro jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên tecawîz kirin û firotin. Em sozê didin bibin hevalên Sakîneyan û jinên ku heya jinek kole nemîne li ber xwe didin û di şopa wan de bimeşin. Em Birêz Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav dikim.”


‘Emê li hember pergalê rawestin’


Hevşaredara Qoserê Leyla Salman jî jinên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha axivî: “Di kesayeta jinên di berxwedana Kobanê de cîh digirin ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Em dizanin polîtîkaya AKP’ê ser qetilkirin û tecawîz kirina jinan dimeşe. Emê vê polîtîkayê valaderxînin û li hember hişmendiya mêran rawestin. Em ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abudullah Ocalan yê derfetê xwenaskirinê û hişmendîkirinê dayî jinan mafê jiyanê dayî jinan gelek sipas dikin, rêz û heskirinên xwe dişînin.”


Mitîng bi Koma Erbanê ya Mehmet Elî Temel didome.




(zt)