Amadekariyên mitînga ser sînorê Kobanê qediyan
15:58
JINHA
RIHA - Amadekariyên mitînga 8’ê Adarê ya ku dê li ser sînorê Kobanê bê kirin qediyane. Dê bi deh hezaran jin beşdarî mitînga 8’ê Adarê ya dê sibê saet di 10.00’an de li gundê berxwedanê Mehserê bê lidarxistin bibin.
Dê li Rihayê mitînga 8’ê Adarê ya herî mezin li gundê berxwedanê yê ser sînor atfî şervanên YPJ’ê bê kirin. Hîna ji niha de jin diherikin cihê mitînga ku dê sibê saet di 10.00’an de li gundê Mehserê yê navçeya Pirsusa Rihayê bê lidarxistin. Dê Hevseroka Gişti ya KCD’ê Selma Irmak, Parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane, Berdefka Meclisa Jinan ya Kobanê Fevziye Ebadî, hevşaredarên navend û navçeyan jî beşdar bibin. Mitînga ku tê payîn bi hezaran jin beşdar bibe dê Zelala Gokçe, Koma Nûarîn û komên herêmî derkevin dikê.
Dê endamên meclisên jinan yên HDP û DBP’ê li konbajarên ku welatiyên Kobanê têde dimînin bigerin li jinan qurnefîlan belav bikin û wan vexwînin mitînga sibê. Jinan piştî ku ji bo girtiyên jin kart şandin, li nava bazarê esnaf ziyaret kirin ji bo vexwendina mitînga sibê belavokên destan belav kirin. Li nava navçeyê jî wesayîta anosê digere û jinan vedixwînin mitînga sibê.
(zt)
