‘Dê jin pêşengiya serkeftina me bikin’
16:41
JINHA
MÊRDÎN – Di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya Qoserê de Parlementera HDP’ê Gursel Yildirim axivî û got: “Hemû cîhan dizane heger azadiyek hebe bi felsefeya Rêberê me û berxwedana hevalên meye. Îro jinên kurd ne tenê ji bo nasnameya azad, ji bo axa azad û gelê azad pêşengiya tekoşînê dikin. Jin di malan, meclisan û çiyanan de tekoşînê dikin. Dê pêşengên serkeftinên me jin bin.”
Di mitînga bi kelecan ya Qoserê de Parlementera HDP’ê Gursel Yildirim axivî û wiha got: “Em azadiya jinê weke azadiya civakê dibînin. Em îro dibînin ne tenê jin li gel me mêr jî dadikevin qadan û vê rojê pîroz dikin. Em roja jinan li wan jî pîroz dikin. Îro dîroka jinên cîhanê tê nivîsîn. Ev roja me li mîmar vê azadî û vê vînê Rêberê Gelê Kurd pîroz be, bi saya wî îro em di vê meydanê denin. Erê di Rojhilata Navîn de em gelek mezlum û bê dewletin, lê dem li dîrokê dinêrin felsefeyek nivîskî heye. Bi saya Rêbertiya me ev felsefeya hatî nivîsîn koka xwe dispêre dîrokek wiha qayîm ya ti dewlte ne xwediyê wê berxwedanêne. Em îro bi pêşengiya jina azad dikin. Em sipasiya Rêbertiya xwe ya ku ev ji bo me pêşkêş kiriye dikin.”
‘Jinên kurd pêşengiya tekoşînê dikin’
Gursel destnîşan kir ku ferlsefa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan felsefa berxwedan û aştiyê ye û wiha domand: “Bi berxwedana 30 salan em gihane astek wiha ku hemû cîhan li hemberî me şaşwaz dimîne. Hişmendiya DAIŞ’ê û yên ev 30 sale dixwazin me tine bikin yeke. Azadiya gelê kurd bi berxwedana YPG, YPJ û YJA-Starê dîroka berxwedanê dinivîse. Êdî kes bi derewên wan nayên xapandin. Hemû cîhan dizane heger xelasiyek hebe dê bi felsefeya Rêberê me û berxwedana hevalên me be. Dê bi felsefa hevalên me yên mil didin hev û li hember çeteyên DAIŞ’ê serkeftinê bidest dixin be. Îro jinên kurd ne tenê ji bo nasnama azad, her wiha ji bo axa azad û gelê azad jî pêşengiya tekoşînê dikin. Jin li malan, meclisan û serê çiyayan pêşengiya tekoşînê dikin. Dê pêşengên serkeftina me jin bin.”
‘Emê di 7’ê Hezîranê de li ser sindoqan bersivê bidin AKP’ê’
Gursel bilêv kir ku gelê kurd girêdayî nasname û Rêbertiya xwene û wiha berdewam kir: “Dema ku bi vîn li ber xwe bidin, tekoşînê bikin, li ziman, çand û axa xwe xwedî derkevin azad dibe. Ya ku jin gihandiye vê astê jî ev paradîgmaye. Heger ku îro jinên kurd gihane astek wiha dîrokekê dinivîsin ev bi saya eşqa wan ya Rêbertî, ax û nasnama wane. Emê di pêşengiya HDP’ê de li ser sondoqan bi felsefeya Rêbertiya xwe bersivê bidin yên ji me hes nakin. Ji bo em pêvajoyê xiranekin, ji bo silavkirina berxwedana Kobanê, ji bo azadiya jinê, azadiya gelê kurd, aştiya gelan emê di 7’ê Hezîranê de bi dengê xwe bersivê bidin AKP’ê. Ji bo dayîk negirîn û li ser vê erdnîgariyê xwîn ne rije divê em di 7’ê Hezîranê de biçin ser sindoqan. Bi azadiya jinê, civakê û axê em şehîdên xweyên şoreşê carekedinê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
‘Silav ji bo şehîdên şoreşê’
Hevseroka Navenda DBP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaogulu jî wiha axivî: “Em jinên ku ji aliyê pergalê ve hatne qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Berxwedana Kobanê weke berxwedana jinan bû mînakek. Silav ji bo hemû jinên şer dikin û bedew dibin. Ji bo em hemû jinan bikin şerker û berxwedêr emê tekoşînê bikin. Ji bo ti jin li hember pergalê serî ne tewîne emê berxwedanê bilind bikin. Em sozê didin Rêbertiya xwe emê li malan, kolanan, taxan, qadan û meydanan pêşengiya jinan bikin. Heya em qirkirinên jinan biqedînin emê li ber xwe bidin. Silav ji bo şehîdên şoreşê yên ku ev roj pêşkêşî me kirine.”
Şahî bi sitiranên Zelal Gokçe berdewam dike. Jin bi kelecana 8’ê Adarê dîlanê digerînin.
(zt)

