Li Dêrgulê pîrozbahiya 8’ê Adarê
19:32
JINHA
ŞİRNAX - Li şirnexê pirozbahiyên 8’ê Adarê bê navber berdewam dikin. Yek ji deverên îro lê şahî heyî jî bajaroka Dêrgulê ye. Li qada newrozê ya Dêrgulê jinên Dêrgulê bi cil û bergên xweyên koçerî qad xemilandin
8'ê Adarê li Şirnexê bi pirozbahiyên cur be cur berdewam dikin. Yek ji deverên ku îro herî şahiya wê bi kelecan jî bajaroka Dêrgulê ye. Bi hezaran jin bi cil û bergên xweyên gelêri li Qada Newrozê hatin gel hev û 8'ê Adarê pirozkirin. Di demjimêrên serê sibê de jinên hatin gel hev bi diruşmeyên "Bijî bewrxwedana YPJ'ê ","Biji Serok Apo"û "Jin jîyan AzadÎ " dengê wan gihişt lutkeyên çîyayên cudî. Li qadê pankarta bi nivisa "Bi rihê Arînan berbi soza Bîşengave " hatin daliqandin. Qad bi alên YPJ û KJA hatibu xemwilandin, piştî deqeyek rêzgirtin hevsewroka DBP'a Şirnexê Zozan Anik û hevseroka navçeyê Fatma Kabul jinan silav kirin. Piştî wê Hevseroka Şaredarîya Bajarokê Dêrgulê Bêrîvan kutlu axifî û got: "Weke her carê jinên kurd vê rojê daketin qadan û li nasnameya xwe xwedî derketin. Berxwdana ku jinên YPJ û Şengalê dayîn di cihanê de dengvedaye û jinan êdî gotin em jî hene bi saya serê wan hêzên YPG û YJAstarê "
Piştî axaftinê bi derketina hunermendên herêmî bi stranên xwe gel coşandin û pirozbahî bi sitiranan bi dawî bû.
(hk-zf/zt)

