Li Kobanê semînera ser jin û berxwedanê
20:19
Li Kobanê semînera ser jin û berxwedanê
JINHA
KOBANE – Li Kobanê girêdayî şerê hat jiyan kirin û berxwedana hat nîşandan semîner hat dayîn.
li navenda Kobanê piştî şerê 2 salan û bi taybetî ji şerê ku 15 Îlonê destpêkir û heta niha jî hê didome jiyanekî asayî nehat jiyandin. Şer, koçberî, windahî.. û hwd. Lê dîroka ku li Kobanê hate nivisandin jî tu carî wê neyê ji bîr kirin. Bi taybetî jî berxwedana jinê ku di şerê Kobanê de derket holê. Taybetmendiya vê berxwedanê ne ku jin cara yekemîne di nava şer de cîh digre ye. Taybetmendiya wê guherandina dîroka jina Rojhilata Navîn e ku qedera wê tim û tim bi windekirinê, bi êsaretê dihat nivisandin.
Îro li Kobanê jinên Kobanê guherandina vê dîrokê bi semirekê nîqaş kirin û piştî şerê dijwar ê 134 rojan cara yekemîn dê 8’ê Adarê were pîroz kirin. Yekitiya Star jinên Kobanê ên ku koçber bûn, ên ku heta niha di berxwedana Kobanê de cîh girtibûn bi cil û bergên xwe yên gelerî hatin ba hev û berxwedana jinê, dîroka jinê ya heta niha tune dihat hesibandin niqaş kirin. Beşdarvanên semînerê rola jinê ya Rojhilata Navîn nirxandin û dîyar kirin ku keda herî mezin li ser vê erdnîgariyê hatiye dayin, Nêviyên Xwedavendên ku pêşengtiya vê civakê kirine niha rasti êrîşan, tecawuzan tê, rastî binpêkirinê tên. Nehatiye hîştin ku jin xwe nas bike, vîna xwe derxine holê û ev hişmendiya esaretê ji ser xwe biavêje. Heta niha li qadan hatiye darvekirin, hatiye şewitandin û qetilkirin. Jin wek nîrxekî nehatiye dîtin, ew bi xwe jî nîrxekî nedaye zayina xwe û jiyana xwe. Bi zîhnîyeta koletiyê hatiye dorpêçkirin û fetisandin.ev rastiya jinê di huneran de ji derdikeve pêşberî me ku pir caran di wêneyan de jin bi hêsrên çavên xwe tên nîşan dayin, wek neçar, wek xulaman tên xuya kirin. An dayik e, an xizmetkar,an jina ku ne baş ya xwe derxistibe bazarê..û hwd. Her wiha jinan da zanîn ku ev qedera jinê bi têkoşîna jinên Kurd dê biguhere û bi berxwedana YPJ’e heyfa jinen Rojhilata Navîn hatiye hilanîn. Lewre serkeftina jinê serkeftina civakê û jiyanê ye.
Semîner bi sloganên ‘jin jiyan azadî’,’ biji berxwedana Kobanê’, ‘Biji serok Apo’ bi dawi bû. Jin dê sibê ji biçin serdana şervanên YPJ’e û di eniyên şer de berxwedana jinan silav bikin. Roja jinan li wan pîroz bikin.
(ch/zt)
