Dê jinên Kerkukê xizmeta kar, ewlehî û tenduristiyê bixwazin

09:42

 


Gelawêj Awrin/Newroz Dijwar/JINHA


KERKÜK – Dê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adaêr Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de jinên kurd, ereb û turkmen Waliyê Kerkukê ziyaret bikin û talebên jinan ragihînin. Dê din ava heyeta jinan de Endama Koma Pêşîlêgirtina Şidetê Surud Mihemed, Aktîvîsta Turkmenên Kerkukê Sena Abdulmuslim Ali û Endama Hevgirtina Jinên Kuridstanê Tara Osman jî cîh bigirin. Dê heyeta jinan di hevdîtinê de ji bo jinên Kerkukê daxwaza parastina jinan û xizmetên civakî bikin. 


Li bajarê Kerkukê yê Herêma Federala Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de dê heyeta ku ji jinên kurd, ereb û tirkmen pêktê serdana Waliyê Kerkukê Dr. Necmeddin Kerim bikin û telebên xwe bînin ziman. Dê heyet ji walî daxwaza ewlehiya jinan û xezmetên civakî bikin. Endama Koma Pêşîlêgirtina Şidetê Surud Mihemed diyar kir ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jinên Kerkukê pirsgirêkên ewlehiyê dijîn û wiha got: “Di serê pirsgirêkên jinên Kerkukê dijîn de pirsgirêka ewlehiyê tê. Ji bo jinên Kerkukê jî nekevin rewşa jinên Şengalê talebên me yên em ji Walî bixwazin hene. Di serê van telebên me de jî ewlehiya jinên Kerkukê tê. Ji ber şer jin ne di ewlehiyê denin.”


‘Divê ji bo jinan derfetên kar bên dayîn’


Surud bilêv kir ku li Kerkukê jin kêm din ava jiyana kar de cîh digirin, ji ber wê jî divê ji bo jinan derfetên kar bên dayîn. Surud anî ziman ku divê ji bo jinên Êzidi yên ji destê çeteyên DAIŞ’ê tên xilaskirin nexweşxaneyek bê dabînkirin û wiha domand: “Hinek avahiyên ayîdê walitiyê yên nava bajar de hene. Emê ji walîtiyê bixwazin ji bo perwerdeya jinan wan bînayan bidin. Em dixwazin jin xwe bi hişmendî bikin, dema ku rastî şidetê bên cihek yê bi ewle yê biçinê hebe.”


‘Divê jinên di destê DAIŞ’ê de bên xilas kirin’


Aktîvîsta Turkmenên Kerkukê Sena Abdulmuslim Ali jî balkişand ser pirsgirêkên jinên Kerkukê dijîn û wiha axivî: “Haya me ji jinên Turkmen yên di destê DAIŞ’ê de nîne. Di vê mijavê de agahiya hikumetê heye. Em di xwazin ji bo xilaskirina jinên di destê DAIŞ’ê de bernameyek ya dewletê hebe. Ev bi pere yan jî bi operasonan dibe nizanim, lê divê demek beriya demekê ew jinên di destê çeteyên DAIŞ’ê de bên rizgarkirin.” Sena bilêv kir ku ji bo ew jinên di destê çeteyên DAIŞ’ê de dema tên xilaskirin bên tedawîkirin dê ji Waliyê Kerkukê bixwazin nexweşxaneyek tayîbet ji bo tedawiya wan jinan bê dabînkirin.


Sena anî ziman ku ew weke Jinên Turkmenên Kerkukê dixwazin tevlî meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (RJAK) ê ve di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bê li darxistin û heya Şengalê berdewam biki de bibin.


Endama Hevgritina Jinên Kurdistanê Tara Osman jî diyar kir ku weke jinên Îraqê ji ber sedemên şer wan gelek tengasî kişane û divê talebên jinên Kerkukê bên pejirandin.


(zt)