Rose: Jinên kurd ji bo hemû jinan şoreşek avakirin
09:47
Şevin Şervan - Zerrin Kurtay / JINHA
DÊRİK – Endama Koordinasyona YPJ’ê Rose Roşe balkişand ser berxwedana dîrokiya YPJ’ê li Rojava hemberî çeteyên DAIŞ’ê ya ji bo jinên cîhanê şoreşek dayî avakirin û got: “Şoreşa Jinê ya Rojava reng da jiyan û civakê. Deng, giyan, hest û heskirina jinê bi Şoreşa Rojava re derket.”
Hêza pêşengiya berxwedan Rojava YPJ bi hemû cîhanê hêza jinên kurd da nîşandan. Bi boneya 8’ê Adaêr Roja Jinên Kedkarên Cîhanê lig elek cihan jin dadikevin qadan. Endama Koordinasyona YPJ’ê Rose Roşe salek berxwedana YPJ’ê li hember çeteyên DAIŞ’ê vegot. Rose anî ziman ku sala 2014’an salek dîrokî bû û wiha got: “Hevpeyîmana dewletan ser Rojava hebû. Armanca wan îmha û şerên mezin dayîna jiyan kirinbû. Şehîdên me çêbûn, lê li gel wê berxwedanek mezin jî hat nîşandan. Agahiyên giring hatin girtin. Berxwedana Kobanê ser her çar aliyê Kurdistanê bandorek mezin kir. Hemû cîhanê çavê xwe vegerande ser Kobanê.”
‘Azadî bê bedel nabe’
Rose da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê gelek Êzidî qetilkirin, gelek jinên Êzidî revandin û wiha domand: “Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir jin, zarok, kal hema kî ber destê wan diket qetildikirin. Jin revandin, di bazaran de firotin û tecawîz kirin. Ew difikirîn çî cihê biçinê dê wiha bikin. Lê li Kobanê rastî berxwedanek mezin hatin. YPJ’ê bi berxwedana xwe hêza jinê derxist holê. Gelê kurd û tayîbetî jî jinên kurd xwe bi vê berxwedanê didin nasîn. Me gelek bedel dan, lê azadî bê bedel nabe.”
‘Berxwedana jinên kurd hemû cîhan bandor kir’
Rose bilêv kir ku Şoreşa Rojava ji bo kurdan giyanek nû avakir û wiha berdewam kir: “Weke jin di berxwedanê de me rola xwe lîst. Kobanê mînaka herî şînber bû. Piratîka heval Arîn mînaka vê berxwedanê ya herî li ber çavan bû. Bi berxwedana hezaran hevalên jin hêza jinê derket holê. Jinên kurd bi xwer pêşengî kirin. Jinên kurd ji bo hemû jinan şoreşek avakir. Me bi tekoşîna xwe hişmendiya ‘jin nikare siyasetê û şer bike’ şikand. Me dîrokek nû nivîsand. Ev dîrok bi xwîna hevalên me yên jin û mêr yên şehîd hat nivîsîn. Berxwedana Kobanê hemû cîhan bandor kir. Jinên suriyan, ereb, asurî û tirk beşdarî vê tekoşînê bûn. Jinên ku pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirin dê xweseriya demokratîk jî avabikin. Ji ber wê em dibêjin Şoreşa Rojava şoreşa jinêye.”
‘Ji bom e her roj 8’ê Adarê û berxwedane’
Rose destnîşan kir ku 8’ê Adarê weke roja serhildanêye û wiha dom kir: “Ji bom e her roj 8’ê Adarê û berxwedane. Di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê de gelek hevalên me yên jin yên binirx jiyana xwe ji dest dan. Em wateyek gelek mezin didin vê û bi wî awayî berxwedana xwe berdewam dikin. Me gelek bedelên giran dan, di heman demê de di aliyê jiyana jinan de guherînên mezin hatin jiyîn.”
Jin êdî ji zilmê re dibêjin ‘bese’
Di dawiyê de Rose wiha got: “Êdî jin serî hildidin. Jin êdî ji zilmê re dibêjin ‘bese’. Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ez di serî de 8’ê Adarê li hevalên xwe yên jin yên di çeperên berxwedanê de û li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Di Şoreşa Rojava de jinan rengê xwe da jiyan û civakê. Deng, giyan, hest û heskirina jinê bi Şoreşa Rojava re derket. Di berxwedanê de hinek hevalên me ji bo nekevin destê dijmin bi bombeyan xwe teqandin û hinekan jî heya guleya dawiyê li berxwe dan û gihan şihadetê. Li Şengalê 40 jin ji bo nekevin destê DAIŞ’ê destê xwe dan hev û xwe ji zinar avêtin. Emê tucarî van tiştên hatîn jiyîn ji bîr nekin û heya dawiyê li berxwe bidin.”
(zt)

