Li Antalya koroya ji 5 hezar jinan pêktê derdikevin ser dikê
09:52
Helin Yıldırım/JINHA
ANTALYA - Çalakî û pîrozbahiyên cur be cur ên bi armanca balê bikşînîn ser tundiya li hember jinê berdewam dikin. Li Antalya jinan li hember tundiya Jinê koroya 5 hezaran jinan pêktên avakirin.Koordînator û perwerdekara koroyê Hilal Nesîn destnîşan kir ku dê roja 8'ê Adarê li Qada Bajêr bi 5 hezar jinan konserekê li dar bixin û hedefa wan ewe ku di Pirtûka Rekora Guinness'ê de cihê xwe bigrin.
5 hezar jinê dê di çarçoveya 8'ê Adarê de bi armanca balê bikşînîn ser tundiya li hember jinê bi yek dengî strana bistrê. Dê Konser di 8'ê Adarê saet 13.00’an de li Qada Bajar li avahiya ek a Şaredariya Muratpaşa bê lidarxistin.Berî konsera 5 hezar jinan Selda Bagcanê stranê xwe bistrê . Koordînator û perwerdekara koroyê Hilal Nesîn wiha axivî: "Me armanca balê bikşînîn ser qetilkirina jina destbi projek wisa kir. Di koroyê de ji 7 salî heta 70 salî jinên me hene. Emê jin hemû tevde li hember tundiyê bi yek dengî têkoşînê bidin."
Hilal destnşan kir ku armanca wanewwe ku bi koroya 5 hazar jinan cihê xwe di Pirtûka Rekora Guinness'ê de cihê xwe bigrin.
(ks/zt)

