Zeynep Efrîn: 8'ê Adarê Roja Têkoşîn û Azadiyê Ye
09:54
Devrîm Amed/ JINHA
BEHDÎNAN - Kordînasyona PAJK'ê Zeynep Efrîn girêdayî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê nirxandin kir û wiha got: “Divê em li du mafê xwe bigerin. Çiqas jinên zana û nezan hebin jî, divê ku agahî û alîkariya wan ji hev hebin. Çiqas jin bi hevdû re diyaloqan çê bikin, wê efqas karibin asta jiyana azad di civakê de jî ava bikin.”
Kordînasyona PAJK'ê Zeynep Efrîn li ser 8'ê Adarê Roja Jinên kedkar ê Cîhanê nirxandinên giring kir û wiha axivî: “Ev roj, roja têkoşîn, azadî û bi vîn bûnêye. Her çiqas ku em dibêjin; rojek bi tenê têra jinê nake jî, ev roj bi rengekî xurt hembêz kirin û qîrîna azadiyê gûr kirin, ji bo lêgerîna azadiyê bi wateye. “
Rojane pirsgirêkên jin dijîn çine û divê çawa werin çareserkirin?
Ez di serî de li mîmarê azadiya jin û hevalê wê Rêber Apo, hemû jinên azadîxwaz û civakên şoreşger pîroz dikim. Ji bo çareserkirina pisrgirêka jin hin Tevgerên jin, kongre û konferansên li dardixin û biryaran digrin. Ev têrê nake. Di têkoşîna jin de gavên radîkal avêtin girîng e. Pirsgirêkên tên pêşiya me vê rastiyê bêhtir ser me ferz dikin. Pirsgirêka jin êdî hin baştir tê naskirin, fêmkirin û tê dîtin. Asta ku em niha gihanê êdî em ê çawa vê pirsgirêkê çareser bikin, rêbazên wê tê xwestin. Ji axaftin û nîqaşan wêdetir divê, em êdî gavên berbiçav bavêjin. Tê xwestin ku bi gavên ber biçav û tûjtir bersivdayina zilma li ser jin bê dayin. Divê jin li her qadan li xwe Xwedî derkeve. Yê ku jin aniyî vê astê pergal û dewlet bixwe ye. Ger em ji dewletê alîkari bi xwazin, ev tê wateya ku em ji qatilê xwe alîkari dixwazin. Ev nêzîkatiyek şaş, erzan û ne li cih e. Ev rastî deketiye holê ku dewlet ne ji bo civakan û ne jî ji bo jînê azadiyeke tîne. Ger jin û civaka azad bibin, ciheke ku dewlet xwe li ser ava bike, wê nemîne. Lewma jin û civak ji aliyê dewletê ve her tim tên perçiqandin. Îro berpirsiyartiyên ku dikevin ser milên jin îspat dikin ku rengê çalakiyên tên kirin têrê nakin. Di vir de erk û berpirsiyariyên me yên mezin hene. Hemû pirsgirek bi rengê jinê li benda çareseriyê ne. Bi taybetî êrişên ku tên ser jinan; kuştin, revandin, tecawiz, xistina cariye rewşên koledariyên pir xirab in. Bedena jin bi hişmendiya zayendî perestî dayina şuxilandin, wek destkareke erzan bikaranîn pirsgirêkên pir bingehînin. Bi taybetî jî ev dû salên dawî tiştên ku hatine kirin, diyar dikin, wê ev salên li pêşiya me jî giran derbas bin. Ji bo jinê wê hin bêhtir asta pirsgirêkan derxe radeyeke herî jor. Ji bo wê jî rêxistinkirin û helwesta hevbeş pir girîng e. Ger ku jinek bêrêxistin bimîne, wê ev pirsgirêk bidome û bandora xwe li ser hemû jin û civakê bike.
Civak û jin dikarin çawa li hember desthilatdariyê derkevin?
Civak û jin çiqas xwe zane bikin efqas ji bin kontrola dewlet û zilam derdikevin. Dema ku nezan bên hiştin wê li ser civak û jin koledarî bê navber bê meşandin. Ji ber ku bi rengekî xwezayî mirovên zane di riya azadiyê de pêşengin. ji ber asta azadiyê nahêle miov zû bi zû bibin kolê dewlet û zilam. Lê dewlet û zilam mirovên nezan bi propaganda û tirsê hin zêdetir dikarin bêvîn bikin û dîl bigrin. Jin di nav malbat û di dibistanê de bi rengekî rast û azad nayê perwerde kirin. Di nav dibistanê de jî xeteriyên ku li ser jin çêdibin pir in. Lê li ser wan jin nayên zanekirin û perwrede kirin. Nêrînên di pirtukan de tên destgirtin jî kêmin. Bi rengê hişmndiya zilam biyolojîya jin tê pênasekirin, li dervayê di derbarê jin de agahî nîne. Bi riya çewtkirina şîroveya pîrtukên olî jî serdestiya zilam û binestiya jin hatiye nivîsandin û rewakirin. "Jina lewaz divê xwe di bin siya zilamê xurt de veşêre." Ev jî herî zêde mafê zilam li ser jinê rewa dike. Di destpêkê de van hemû şîrove û nirxandinên şaş ku civak hatiye fêmkirin rast kirin girîng e. Hemû pîrozbahî bi lenet hatine dîtin û hemû xirabîi jî wek pîvan hatine naskirin. Ev jî ji aliyê civakê de nayên zanebûn.
Pirsgirêka jin çawa dikeve rojevê û bi awayê di rojevê de tê dîtin têrê dike ya ma?
Li ser pirsgirêka jin akademisyen û siyasetmedar nîqaş dikin, lê ji pirsgirêkên jina a kolanan, ked û tundiyê dûr in. Ew di asteke jor de dimînin divê ku van jinên akademisyen jî, xwe li ber çav derbas bikin. Ger dixwazin pirsgirêkê ji kokê çareser bikin, divê ji çîna herî jêr ve despêbikin. Bi têgehên elît her jin jê fêm nakin dixwazin êşên jinan bînin ser ziman. Ger ku jina akademisyen jî êş û zimanên jinên derve bê agahî bin, wê çawa karibin êşên wan jinên derve bînin ziman. Ew jina akademîsyen ku ji civak a xwe bê agahiye rewşê hemû beşên civakê nikare bîne ziman. Ev kesayet di asta teorîk de dimînin û nikarin bi hemû jinan re heman hestê bijîn. Hin jin li şûna ku bi jina çîna jêr re nîqaş bikin û çareserî bibînin, li ber deriyê dewletê dixwazin pirsgirêk çareser bikin. Di kongre û konferansên ku dewlet ava dike de dixwazin pirsgirêka jin bînin ziman. Ger bi rêbazên şaş meze bikin, wê Ozgecan û gelek jinên din yên wek wê her roj bên kuştin, revandin û tûnekirin.
Zagon çiqas dikarin ji bo ewlekariya Jin bibin bersiv?
Rojane komkujî ser me zêdetir dibin, lê dema ku em bi riya dewletê li çareseriyê digerin, hin bêhtir dikevin xefika dewletê. Jixwe ya ku nahêle jin bi hêza xwe ya cewherî pirsgirêk çareser bike jî, ev nêzîkatî bixwe ye. Rojane ev pirsgirêkên ku tên jiyîn, ev rastî baştir tîne ber çavan. Jin dema ku tên kuştin dibêjin; bila dewlet me biparêze, jin tên tecawizkirin meş tên kirin, dibêjin bila dewlet mafê wan bide. Jin ji zilamê xwe lêdanê dixwe dibêjin bila polêsê dewletê wê biparêze. Di bingeh de xefikeke pir mezin di vir de jî heye. Rastiya ku derket holê ew bû ku; dewlet ti car nikare jin biparêze û naparêze jî. Jina ku zilamê wê gefa kuştin lê dixwe, dewlet wê jinê teslîmê zilamê wê dike û roja din jî ev jin tê kuştin. Sedemê wê jî ew e ku huqûqa ku heye, li gorê mafê desthilatdariyê hatiye sererastirin. Ev jî li gorê xwezaya xwe tevdigerin.
Reweşa azadiya jin di pergal û malabatê de çawa ye?
Pergala heyî hatiye ciheke û xitimîye, her ku diçe pirsgirêkên wê zêde dibin. Bi taybetî jî pirsgirêkên herî zêde jî di nav malbatê de tên jiyandin. Bav û kûr, dayik û keç, jin û mêr nikarin bi hev re bijîn. Ger ku di hucreya herî biçûk de efqas pirsgirêk tên jiyandin, wê demê bingehê dewletê hemû hatiye hejandin. Bi vê re jî navendên îktîdaran tên hejandin. Ji ber ku pergal ne amadeye xwe biguhere. Lewma jî rêbaze têkoşînê bi du rengan derdikeve holê. Yan bi rêbazê qlasîk dixwazin jinê ji daxwaziya azadiyê dûr bixin. Ev tê wateya bê dengkirina û bê rengkirina civak û jiyanê. Dibêjin ku bila jin devê xwe bigrin û daxwazên te çi dibin bila bin, divê ku tu di hundirê xwe de bihelî. Dîsa dibêjin; bila jin di saetên dereneg de neynê mal, bila cilê vekirî lixwe nekin. Çima şeve saetê dereng hatiye malê û cilê vekirî li xwe kiriye, maf kiriye ku raste destdirêjiyê were û bê kuştin û revandin? Ev hemû tewanên ku li hemberê jin ji aliye hişmendiya dewlet û desthilatdariyê ve tên kirin in. Ew laşê jin, ducanîbûna jin, saetên kar yên jin dixin nîqaşê, lê li mileke din jî, ew bixwe van hemû xirabî û dirûtiyan dikin. Ev rêbaz ti caran nabe rêbazê çareseriya jin û civakê.
Divê têkiliyê jin û civakê di çî astê de be?
Pergala kapîtalizmê di bin navê azadiyê de koledarya ji dil ava kiriye. Dibêje kî çawa dixwaze bijî, dikare bijî û kes berpirsiyarê kesê nîne. Bi vî jî pir jinan xwe xapandin û gotin, "em azad in." Rêbazê azadiya sexte ku kapîtalîzm dimeşîne nabe çareseriya pirsgirêka jin. Ger ku rêbaz nikaribin vê pisrgirêkê çareser bikin, wê demê wê çareserî çawa çêbe. Di vir de pisrgirêka exlaq hin bêhtir derdikeve pêş. Exlaq ne tişteke ku bi qûral û qanûnan tê ferzkirin e. Ji ber ku civak bixwe qûralê xwe datîne holê. Ne bi mehkemên dewletê ne bi polîsan, ne bî kuştin e. Ger ku kesayet li derveyê civakê derkeve wê bê teşîr kirin, qewitandin û cezakirin. Gelek caran kes ji bo ku nekevin kêmasî û şaştiyan xwe diparêzin. Dema ku mirov dibe xwedanê vîna azad, nayê wî wateyê ku mirov bê hurmet dibe. Nayê wateya ku hurmeta civakî ji holê radibe. Mirovên herî azad, mirovê herî ku bi exlaqê civakî ve girêdayî ye. Di bin bandora felsefeya kapîtalîzmê de xwestekên kesayetan tewazina civakî xirap dike û şeqis bi civakê re nixe nav nakokiyan.
Exlaqê civaka exlaqî û polîtîk çawa bandor li ser jin dike?
Exlaqa ku ji holê rabû li cihê xwe destdirêjî, derew, fitne, fesadî û tecawiz hîşt. Ev hemû jî weke ku azadiya kesayetî misogerkirin be hat fêmkirin. Ev êrişên ku îro li ser jin tên kirin ji vê xirabûna civakî qut nîne. Ji ber ku em pirsgirêkan ji pirsgirêka civakî qut nikarin dest bigrin. Ger ku em qût dest bigrin, em dikarin bêjin jina azad bê civaka azad dibe. Heta ku jin azad nebe civak nikare azad be. Di dema nû de divê ku em têkiliya jin û civakê baş derxin zanebûnê. Ger ku em dixwazin pirsgirêka jin çareser bikin, divê ku em bi hevdû re bidin meşandin. Bi tena serê xwe hewildanên têkoşînê nikare bibe bersiv. Ger ku em dixwazin pisrgirêka civakê çareser bikin, divê ku em di destpêkê de pirsgirêka jin çareser bikin.
Zayendîparêzî ji bo rabe roleke çawa dikeve ser milê malbat û mamosteyan?
Ger ku di malbatê de zarokên xurt baş bên perwerdekirin û bi exlaq werin dest girtin û baş bên hêşyar kirin, wê asta destdirêjiya jinê ji kêm bibe. Dema ku zarokên xurt bi çavê zayendî mêze bike, wê demê xeteriyên pirsgirêkên civakî zêdetir dibin. Ev nêzîkatî jî bi xwe re destavêtin, lêdana jinê rewa dike. Ev mirov çi dixwaze ji xwe re maf dibîne û bi vî rengî digre dest. Divê ku di malbatê de pisrgirêka zayendî perestî bê çareserkirin. Ev jî bihêzkirina exlaqê civaka exlaqî û polîtîk misoger dibe. Ger ku em bêjin; dibistana herî mezin malbate, wê demê divê ku malbat rista xwe baş bilîze. Bi rengekî xwezayî malbateke nezan nikare zarokan zane bike. Malbat, dayik û bav divê ku zarokên xwe baş perwerde bikin. Mamosteya jin di dibistanê de xorta kom dike û dibêje; "keçên ku cilên vekirî lixwe bikin hun dikarin wan tacîz bikîn" dayikek wiha şaş û kêm nikare zarokan perwede bike û mamostetî jî bike. Berovajiyê vê ev jin a mamoste exlaqa civakî xirab dike û zayendîperestiyê har dike. Hişmendiya jina kole bixwe dihêle ku civak rabe û şerê hevdû bike. Jinek mamoste ku koledariyeke kûr dijî û bi dewletê re di nav hevkariyê de ye. Ti texrîbatên ku di nav civakê de tên kirin, ji pergalê û nûnerên wê qut nînin. Ev jî pir caran bi deste jina xwedî hişmendiya dewletê ve tê kirin. Ji ber ku ev pirsgirêk, pirsgirêkên nexwezayî û li du wan hin hêz hene. Dibe ku em wek jin hizrên me cûda bin û rêbazên çareseriyên cuda bin, lê asta zanebûna jin û hestyariya wan divê ku hevpar bin. Jin nehêle ku destdirêjî werin ser zayenda wê. Xortên ciwan divê ku bi rengekî rast bên perwerdkirin û hemû malbat bi rengekî hesas li ser bisekinin. Divê ku hemû malbat û mamoste li hemberê zayendîperestiyê, asta têkoşîna azadiya jin û civakê bilind bikin.
Di dawiyê de ji bo 8'ê Adara îsal hun dixwazin çî bêjin?
8'ê Adarê ji her dem û salê zêdetir pêdiviyê xwe bi têkoşîn, rêxistinbûn û sazîbûnê heye. Ev pirsgirêk divê ku em bi hêza bibin bersiv. Bi teybetî jî keç û jinên ku di nav refên YPJ'ê de li berxwe didin hêza civakê ya herî mezin in. Ev jin û keçên ku di çeperên şer de li berxwe didin, şer dikin û xwîn dirjînin rûmeta cîvaka me ne. Asta hewildana jin ya xweprastinê pîroz û bi nirx e. Xweparastin, xwe avakirin û xwe ji cehaletê xilaskirin e. Jin çiqas azad be, çiqas bi vîn be wê ewqas jî bi hêza xwe ya şeqsî karibe xwe li ser piyan bigre.
Ez 8'ê Adarê li Rêber Apo û hemû şehîdên azadiyê pîroz dikim û bejna xwe li hemberê wan ditewînin. Ev nirxên azadiyê divê ku hetanî dawî em lê xwedî derkevin û biparêzin. Ger ku em bi vî rengî nêz bibin, dibe ku em hin baştir pirsgirêkan fêm bikin. Ji ber ku pirsgirêk çiye li ber çavene, lê çima çareser nabe, ev jî diyar e. jin jiyaneke hin baştir, bi rengtir û azad maf kiriye. Divê em li du mafê xwe bigerin. Çiqas jinên zana û nezan hebin jî, divê ku agahî û alîkariya wan ji hev hebin. Çiqas jin bi hevdû re diyaloqan çê bikin, wê efqas karibin asta jiyana azad di civakê de jî ava bikin.
(da/zt)

