Gerîlayên mêr 8'ê Adar'ê nirxandin!
10:14
Devrîm Amed/ JINHA
BEHDÎNAN – Gerilayên mêr 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê nirxandin û gotin: “8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi derketinaTevgera Azadiya Gelê Kurd PKK'ê giha wateya xwe ya rastîn. Bi avakirina PKK û PAJK jina Kurd xwe gihand zanebûna azadiyê, berxwedan û vînbûnê. Jin bi watedayina xwe dîrok, çand û berxwedan a xwedawendan û pîvanên civaka kurda nû avakir. Li Dêrsimê bû Zîlan li girtîgehan bû Sema, li Rojava bu Arîn Mîrkan. Ev asta ku hat avakirin, bandora xwe li ser hişmendiya zilam jî kir û mêr ket nava xwe lê pirsînê.”
Li Herêma Behdînan gerilayên mêr 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê nirxandin û wiha gotin: “Lêgerîna azadiyê dikesayeta Fîkrî Baygeldî de şînberbû. Di Şoreşa Kobanê de derketina Arîn Mîrkan jî bingeha xwe ji asta jina Kurd û têkoşîna 40 salan digre. Jin bûye civak, civak jî dixwaze xwe bi cewherê jinê îfade bike. Îro jî mînakên we di nav tevgera Azadiya Gelêkurd de bêhed û hesabın. Jin bûye îlhama civaka exlaqî û polîtîke. Li ser mijara 8'ê Adarê û asta jina Kurd gihayê gerîlayên mêr yên PKK'ê ji ajana me re axivîn.” Gerîla Rêdan Bagok li ser 8'ê Adar'ê nêrînên xwe wiha anî ziman:"8'ê Adar'ê mîladek nûye." Osman Aslan jî got, "Ev roj roja zilam xwe lêpirsîn kirin û ji zilam salariyê şermkirine." Çeko Şîmal li ser vê rojê wiha nirxand: “Jin bingehê jiyanê ye, cihê ku jin lê nebe, hişkbûn, dogmatîzm û bêwijdanî li pêşe.”
Ev dem dema mîlada Jinêy e!
Gerîlayê PKK'ê Rêdan Bagok ku 23' in gerîlatî dike,pêşktina jin a di nav PKK û civaka kurd de nirxand û wiha got; "Tevgera jin di civaka kurd û di tevgera me de wek mîladeke nûye. Di dîroka hemû mirovahiyê de tu kes û navdarên ku derketine bi qasê Rêber Apo, bi mijara azadiya jin re mîjûl nebûne û nebûne hêvî ji civak û jin re.Rêber Apo ji bo ku civakê exlaqî,polîtîk û asta têkoşîna civakê bilindbike, rolekê sereke û pêşeng da ser milê jin. Ev jî armanca civaka azad avakirin bû."
Hemû roj bûn rojên jinan!
Rêdan dibêje,ku cewherê Jin di nav dîroka desthilatdar de hatibû windakirin û bivê jî civak hatibû xistin û wiha berdewam kir: “Bi derketina RêberêGelê Kurd Abdûlah Ocalan û PKK, cewherê jin li gorê wateya xwe ya rastîn ve carek din derket holê. Ji ber ku pirsgirêk,bibû pirsgirêka hemû civak û zilam. Rêbertî bi xwe jî got; pirsgirêka jin di heman demê de pirsgirêka zilam e û li ser pirsgirêka jin û zilam wekhev sekini û çareserî xwest di kesyata zilam de lê pirsîn bike."
Bagok wiha axavtina xwe bi dawî kir."Bi avakirina PKK û PAJK'êhemû roj rojên jin in. Ger ku 8'ê Adarê wek rojeke sembolîk tê pîrozkirin jî, li asta ku jin gihayê diyare ku li hemû kurdistanê serdema jin tên jiyandin. Ji ber ku Rêber APO serdema niha serdema jin pênas kir. Jin divê ku îro bi xwe roja hebûn,vînbûn û têkoşîna azadiyê berzkirin be."
'Roja ji zilamsalariyê şermkirininêy e'
Gerîlayê bi navê Osman Aslan ku ev 24 salin tevlî PKK'ê bûye jî, li ser 8'ê Adar'ê dibêje ku bi salaye di nava PKK'ê de 8'ê Adar'ê tê pîroz kirin û wiha domand: “Ne bi tenê 8'ê Adar'ê bi rojeke pîroz kirin, asta tevgera Azadiyê ku gihayê û Rêberê Gelê Kurd ji bo hemû civakan paradigma bi cewherê jin pêşxist û ev jî derfetên jiyanekê azad afirandiye.” Osman li ser hewildanên Rêberê Gelê kurd Abdûlah Ocalan û pirsgirêkên azadiya jin wiha axivî: "Rêberê me pirsgirêka jin, xist rojeva sereke ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û PKK'ê. Ev roj roja zilam xwe lê pirsînê û ji zilam salariyê şermkirine. Zilam divê ku sekna xwe li ber çavan derbas bike û dipîvanên azadiyê asta xwe bilind bike. Ev roj rojek pîroz, têkoşîna maf û yekitiya gelan îfade dike.Her çendî ku behsa azadiya jinê têkirin jî, ev roj roja li maf, azadî û hebûna xwe xwedî derketine. Hem di Rojhilata Navîn û hem jî di nav civaka Kurd de, ev asta bilind hatiye zeftkirin. Ev jî bi xeta rê bêrîtan û şehîd zîlan gihaye lutkeya azadiyê."
'Zilam heta xwe nas neke nikare civak û jiyanê jî nas bike'
Osman wiha axavtina xwe domand: "jina Kurd bi berdelên ku daye, ev roj bi watetir kiriye. Bi şehadeta hevala Sema mîrasek mezin daye avakirinê. Em wek kadroyên PKK'ê ku têkoşîna azadiya civakê didin dibêjim, ger ku em xwe rizgar nekin, ti caran nikarin civakê jî azad bikin. Bi asta azadiya ku jin gihayê emê karibin xwe jî azad dikin. Ji bo ku zilam; civak,xweza û jiyanê baş nas bike divê ku asta paşketin û kevneşopiya baviksalarî derbasbike. Ji bo vê jî guhertina fikrî esas e."
'Em bi paradîgmaya jinan tevdigerin'
Gerîla Çeko Şîmal li ser wateya rojê hest û nêrînên xwe wiha vegot;"Ez 8'ê Adar'ê salvegera Jinên Kedarê cîhanê li jinên kedkarê azadiyê û hemû jinên têkoşînvan pîroz dikim. Her beş û avaniyên civakî vê rojê li gorî birdozî û xeta xwe ya sîyasî dest digrin û dinirxînin. Tevgera Azadiya Gelê Kurd PKK jî 8'ê Adar'ê di nirxîn e. Beriya her tiştî, Paradigmaya PKK'ê paradigmaya bi eksenê jin hatiye avakirin. Jiyan, felsefe û lê nêrîna wê bi eksena jin hatiye honandin. Di vê wateyê de PKK'êdi nav civaka kurd de jî guhertinên mezin çêkiriye. Bi taybetî jî di civak û derûniya kurd de ferq û cudahiya ku heye li ber çavan e."
'Bi pêşketina zanebûnê azadî misoger dibe
Çeko asta zanebûna jina kurd nirxand û girêdana wê bi pîvanên azadiyê re girêda. Dibêje çiqas ku jin zane dibe, asta azadiyê jî ewqas misoger dibe."Ger ku em Tevgera Azadiya jinê pênase bikin,di vê ku em bi şoreşa jin ve pênase bikin. Ji ber ku hêza jin ji bo guhertinê pir zêdeye û civakê jî wiha dixe nava lê gerînên azadiyê.Ev bi Şoreşa Rojava hin bêhtir hat îsbat kirin. Ger ku YPJ nebûna wê civaka Rojava hemû bi komkujiyan re rû bi rû bimana. Şoreşa Rojava hêza jina azad û civaka azad e. Ew hêza ku heta niha ne dihat dîtin,niha tê de şoreş ava bû. Di pêşengt î û hêza jin ya cewherê şoreşeke bi heybet pêşket."
Pergal dixwaze jina bê hêz ava bike
Çeko dibêje ku pergala zilamsalar dixwaze jina bê hêz ava bike. Ji ber ku pirengî û xulaqkariya jinê difetisîne dibêje û wiha didomîne: "Her wiha jina ku ber bi azadiyê ve diçe, pergal dixwaze ku jê întîqamê bigre. Zilamê xirab, ji rê derketina xwe bi awayê tûndî, tecawiz û destdirêjiyê dide dîyarkirin. Ev jî bingehê xwe ji dewletê digre.Cihê ku jin ku jin lê nebe, hişkbûn, doxmatîzm û bê wicdanî lê heye. Pirsgirêka doxmatîzmê û yek alîbûnê bingehê xwe ji hişmendiya zilam digre. Jin li bûyerên pir alî mêze dike û şêwazên wê dewlemend û çareser in. Di nav PKK'ê de hebûna jin,zilam ji hemû nêzikatiyên desthilatdarî û hîyararşî rizgar dike."
(da/ae/zt)

