Ayşe Efendî: Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê korîdor şerte

10:52

 


Cahide Harputlu-Narin Çapan/JINHA


KOBANE -  Hevseroka Kantona Kobanê Ayşe Efendî piştî berxwedana Kobanê ya dîrokî li hember çeteyên DAIŞ’ê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê nirxandin kir û got: “Divê ji bo jin nû ve avakirina Kobanê hemû hêzên navnetewî, kurd, jin û ciwan bikevin nava seferberiyê. Divê mirovên perwerdekirî û pispor bên di pêvajoya avakirina Kobanê de cîh bigirin. Ji bo avakirina Kobanê divê korîdor bê vekirin. Divê korîdor jî dibin ewlehiya hêzên navnetewî debin, ji bo alîkarî bû rehetî bigihije cihê xwe.”


Hevseroka Kantona Kobanê Ayşe Efendî der heqe pêvajoya çareseriyê û hevdîtinên ku di navbera hikûmet û Heyeta Îmraliyê de derbas bû axivî û bal kişand ser siyaseta Tirkiye, hevkariya wan ya li gel DAİŞ’ê û got ku siyaseta Tirkiye û DAİŞ li hember Kurdan dimeşîne ji a Surî ne cuda ye û wiha berdewam kir: “Siyaseta ku Tirkiye dixwest li Rojava bi taybetî jî li Kobanê bide meşandin bi berxwedana gelê Kurd, YPJ/YPG vale hat derxistin. Tirkiye, dewletên netewî û hevkarê Tirkiye DAİŞ, li hember Kurdan siyaseta Surî dimeşandin. Tirkiye  û  DAİŞ’ê bi eşkere nebe jî ji têkiliyên wan  bi siyaseta  Surî re hebû.’’


‘Kurd aştiyê dixwazin’


Ayşe anî ziman ku pakêta niha di rojevê de di hevdîtinên navbera Rêber Apo û hikûmetê de tê axaftin ji ber êdî  hikûmet nikare bi tena serê xwe çareser bike  neçare vê pêvajoyê  pêş bixine û wiha got: “Niha gel beşek e, hikûmet beşek e, parlamenter beşek e. Hikûmeta Tirkiye bûye çend perçe. Ev ne niha ye. Ji dema Rêber Apo hatî girtin heta niha li hevnehatina parlamentoya Tirkiye diyar e. Ev pakêtên ku diyar kirine ez bawerim ji 10 bendên wê hene. Li ser wan bendan wê hevdîtin were kirin û li ser muzakere bê çêkirin. Dewleta Tirkiye bixwaze nexwaze ew siyaset û felsefeya ku Rêber Apo dixwaze dê were meşandin. Girtina Reber Apo em niha dinêrin li hinda tirkan bê wateye. Ji ber çi? Ji ber ku niha tiştên ku Reber Apo dixwaze tên meşandin. Ji alî civakî, siyasî û diplomasiyê de jî daxwazê Serok Apo pêk tê. Di milê xweseriya demokratîk de Serok Apo  cîh daye ku di her çar perçê Kurdistanê de gel hevdû hembêz bike.  Tevahî kurdên  dinyayê û hemû gelên cîhanê çavên wan li Rojava bû bi taybetî jî li Kobanê bû. Ji bo vê yekê em dibêjin ne îro be wê sibê be lê çiqas demek nêz de ev muzakere were destpê kirin ewqas dê encamên baş were bi dest xistin. Bi awayek lezgîn di çi şert û zirûfan de dibe bila bibe divê bendên pakêtê  were bi cîh û muzakere were kirin. Ji ber ku Kurd aşîtiyê dixwaze. Destê xwe ji bo aşîtî û selametiyê dirêj dikin. Lê ji ali Tirkiye de rastî ne ev e. Bi her awayî êriş hatiye kirin, texsîr nekirin. Bi alî siyasi, dîplomasî û leşkerî de hevkariya DAİŞ’ê, bi top û tankên xwe … de tişteki ji van wêdetir û xiratir bikin nemaye bawerim.”


‘ Hişmendiya xweseriya demokrtîk Kurdan guherand’


 Ayşe pêşbinîya xwe ya hember pêvojoya çareseriyê ani ziman, got ku çareseri dê pêş bikeve û wiha domand: “Lê tirk  zu bi zu nayên emanê. Ji serhildanên Kurdan heta niha kirine yek perçe jî li Tirkiyê bû. Ji ber vê tirk çareseriya siyasî bi xwe nikarin bidin qebûl kirin. Lê em jî li benda tu kesi namînin.  Mînak Kurdan biryar girt ji bo zimanê Kurdî û gotin em li benda Enqerê namînin; emê zimanê Kurdî pêk bînin û dibistanên xwe vekirin, bi zimanê Kurdî  perwerde dikin. Ev pêşketinek giring e. Niha jî cil û bergên gelerî hatiye qedexe kirin. Li hember vê ji tevahî gel bi cil û bergên xwe daketin qadan. Ew nikarin pêşiya 20 milyon Kurdan bigrin. Hişmendiya  Xweseriya Demokratîk hişt ku ew zîhniyeta Kurdên berê biguhere. Di berxwedana Kobanê de jî asta îradeya Kurdan, hişmendiya wan derket holê. Dewleta Tirkiye ji dê vê rastiyê bibine.’’


‘Bila Tirkiye xwe ne xapîne’


Ayşe der bare buyera  Tûrbeyê de ji axivi û got  pişti vê buyerê têkili hê bi Dewleta Tirkiye re nehatiye dayin u wiha berdewam kir:’’bila dewleta Tirkiye xwe nexapine. Belkî dewleta Tirkiye ev rastiyê înkar kir û got em bê destûr ketine Kobanê lê em li Kobanê bûn û em dizanin ku 4-5 caran hevdîtin hat çêkirin bi Serokê hikûmetê re, bi YPG’ê re, bi hevalê me Mehmûd Berxwedan re hevdîtin hate çêkirin. Di bin ala YPJ/YPG’ê re hêzên Tirkiyê yê leşkerî derbas bûn û çûn heta Berfirêt, cenazê xwe bibînin û disa  hatin. Me karibû leşkerê wan bernedan jî ku berî şer 2-3 sal berê jî di bin ala TEV-DEM’’ê re derbas  dibûn û diçûn ziyareta xwe pêk di anîn. Bila xwe nexapînin, ew bixwazin nexwazin eger  ji bin ala gelekî re derbas bibin ev tê wê wateyê ku ala wî gelê qebûl kirine.


‘ji bo paqijkirina cenazeyên DAİŞ’e û mayinan amûr pêwist e’


 Ayşe ji nûve avakirina Kobanê  de pewistiyên hewce dike ani ziman û dîyar kir ku kemasi gelek in û sozên ku tê  dayin nakeve pratikê, ev jî morala gel dişkine. Ayşe bal kişand ser rakirina cenazeyên DAİŞ’an jî û wiha axivî: “Avakirina Rojava bi taybetî ji a Kobanê tê niqaşkirin û bi rastî jî pêwistî pir heye. Ya lezgînî ji niha ji bo cenazeyên DAİŞ’ê were paqijkirin ew cilên taybet pêwist dike, maske, ilac û hwd.. Cenazeyên ku ji derve ne tên rakirin lê yên ku di bin enkazên malan de mane nayên derxistin. Pêwistî bi amûr û wesayitên mezin hene. Her wiha ji bo rakirina mayina ku DAİŞ cîhên ku jê derketiye tev bi mayin dorpêç kiriye, ji bo paqijkirina mayina amûr pêwist dike. Hikûmeta Kobanê jî bang li hemû kesan kirin ku werin alîkarî bidin, tevlî van xebatan bibin. Kesên ku perwerd kirî, pîspor û zanist divê werin û di avakirina Kobanê de cîh bigrin. Heta niha keseki ji bo van xebatan  serlêdan nekirine.  Li ali gundan çend grûbên me hene lê ew jî di eniyande dimînin ji ber ku DAİŞ ji cîhên ku derdikevin piştî xwe gelek mayin dihêlin ev grûp paqijkirina wan mayinan dikin.’’


‘Ji bo avakirina Kobanê korîdor şert e’


 Ayşe da zanin ku avakirina Kobanê  ne hêsan e lewre kevir li ser kevir nemaye û heta binya erde ji hatiye xera kirin û wiha dirêji da axaftina xwe:’’ Ji ber we em nikarin bejin Kobanê  dê di nava çend mehan de were avakirin. Ev tiştek ne rast dibe. Em carekî din banga xwe li hemû dewletên navnetewî, Saziyên navnetewî, hezkiriyen Kurdan û dostên Kurdan dikin, tevlibûna xwe ji bo avakirina bingeha Kobanê rê bikin. Me gelek caran anî ziman û em carekî din dibêjin ji bo avakirina Kobanê divê korîdorek were vekirin. Ev korîdor jî divê di bin çavdêriyên navnetewî de be ku alîkarî rehet derbas bibe. Ji bo avakirina nû gelek alikari û amûr  pêwist dike. Niha em dixwazin kampekî ava bikin lê derfetên me têr nake. Hîn alîkarî hate kirin lê ew jî pewistiyên şaredariyê  jî pêşwazî nake. Ji bo vê divê avakirina Kobanê jî di rojeva dinyayê de be ku pêşketinek lezgînî were bi dest xistin. Ev jî bi koridorek  ku bi çavderiya dewletên navnetewî  were vekirin gengaz e. Ayşe balkişand ser welatiyên ku vedigerin û bang kir ku niha ji ber derfet kem in welatiyên ku nikarin bixebitin bila heta bangawaziyek din bisekinin.”


‘Bila gelê Kobanê li benda banga me ya paşê rawestin’


Ayşe axaftina xwe wiha domand:’’ Bi hatina  gel ya girseyî em hinekî zehmetî dikşînin çimkî av tune, xwarin kêm e, derfet tune hewqas kesi bi cih bikin. Rêveberiya TEV-DEM’ê û ya hikûmetê niha ji hatinên girseyî re têr nake, ji ber vê jî malbatên heyî niha bila neyên ku heta kamp ava dibin û hin derfet çêdibin. Koçberên ku tên jî piranî berê xwe didin gundan lê ji ber niha bi hamleya duyemin ya li gunda destpekiriye şer heye û mayinên ku nehatine paqijkirin hene heta niha bi vî awayî jî me şehid dane talûkeya  li gundan  berdewam dike.Ji ber ve em dibejin malbat bila hinek xwe ragirin heta ku bi bangawaziyek din ya ji bo vegerên Kobanê. Alikariyên ku were kirin jî divê di demek nêz de û bi lezgînî were kirin lewre heta niha gelek gotin hate kirin û gelek soz hate dayin lê di pratikê de tiştek nehate kirin.  Alikari Ji ku derê dibe bila bibe lê divê tenê di axaftina de nemine. Êdî pêwistiya Kobanê bi gavên şênber hene, lewre  deriye me ji her kesî re vekiriye.”      


‘Berxwedan jinan weke bombayekê deng da’


Ayşe ji bo 8’ê Adarê bangawaziya yekitiyê li jinan kir û got hemû jin tevli berxwedan û inşa kirina Kobanê bibin. Ayşe wiha berdewam kir: “Ez 8’ê Adarê ya roja jinan  li hemû  jinên cihanê pîroz dikim û bi taybetî jî li Rêber Apo pîroz dikim. Ez destpêkê de dixwazim bêjim hatina Rêber Apo zayina mîlada jin e. Em jinên Kurd, bi şans in ku Rêberek me yê wek Serok Apo heye.  Ew piştgiriya jinên Kurd dike, yê cihanê dike. jinên Kurd  di destpêkê de ew jinek kor bû, lal bû, ew jina gundî û veşartî bû di bin navê namûs û şerefê de, di bin navê ol û mezheban de, eşîran de. Lê ev berxwedana jinê ya di vê 3 salên dawî de deng veda wek mayinekî biteqe û der û dora xwe tevahî bişewitîne bandor kir, bi felsefa Rêber Apo ew cesaret û fedakariya veşartî derket holê.


Bi avakirina YPJ’ê  ku beriya wê  YJA-STAR hebû, gerillayên jin tim hebûn di nava vê avakirine de sînoren eşîretî û namûsê  hate derbas kirin. Niha jinên Kurd ketiye merhala duyemîn. Merhala yekemîn hate derbaskirin ev jî ispatkirina jinên Kurd bû.me pêşengtiya şoreşa Rojava kir. di şexsê jinên Kurd de, şexsê Kobanê de hate eşkere kirin. Ew sinorîn hatibû dayin hatin şikestin, ji ber wê em dibêjin merhala yekemîn hate derbas kirin. Merhala duyemîn de pewistiya me bi naskirinê an ji xwe ispat kirine tuneye. Di vê merhalê de zanistiya jinê pêwist e. Divê êdî jinên Kurd ji bo jinên cîhanê çi dikare bike wê bifikire. Em dikarin çawa jinên Êzidî peş bixînin, wan ji destê DAİŞ’ê rizgar bikin. Jinan bi çi awayî bi rexistin bikin, divê em bifikirin. Li Til Eranê, Til Hasilê gelek tecawuz li jinê hate kirin, jinên  Şamê jinên Ereb û yên Asurî  li ser navê namûsê bi her awayî rasti tecawuzan hatin. Divê em hişmendiya berxwedanê bidin runiştandin û heyfa wan bigrin. Di şexsê jinên Kurd de,şervanên YPJ’ê de em dikarin bêjin ku tolhildana wan jinan, tolhildana jinên Ezidi, yên Ereb û yên Asurî  hatiye girtin. Em bang li jinên Surî, jinên Ereb dikin, rola xwe ya di Şoreşa Rojava de  çima neanîn cîh? çima stûyê xwe tewandin? Di ali siyasetê de, alî civakî û diplomasiyê de çima xwe îspat nekirin? Di şerê Surî de jî xwe ispat nekirin.”


‘Jin bila destê xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin’


Ayşe da xuya kirin  ku Kurd ciranên gelên Ereb û yê din e û wiha berdewam kir:’’ Heleb û Koban cîran bû Heleb û  Efrîn cîran bû, Qamişlo û reqê  cîran bû, hevaltiya me û jina Ereb hebû. Lê  jina Ereb xwe nezî me nekir. Jina Ereb ew tecawuz kirina ku li ser wan çebû ji ser xwe neavêtin. Em careke din bang dikin,  kîjan  jin dibe bila bibe ji çi dîn û mezhebê dibe bila bibe em destê xwe bidin hevdu. Ji ber ku êşa jina yek e. Em dîsa 8’ ê Adarê li hemu jinan piroz dikin. Bi taybetî ji YPJ’ê re pîroz dikin ku pêşengtiya vê berxwedanê kiriye. Hemu jin ji li hember van êrişên hovane divê tekoşîna xwe bilind bikin. Divê hemu kes piştgiriya YPJ’ ê bigre, berxwedana wê bilind bike. Ez li hember  jinen Bakure Kurdistanê jî bejna xwe ditewinim. Li ser sinor berxwedaneki mezin nişan dan. Li her dere sinoran leşker dipareze lê li Pirsûsê ev tişt guheri gel wek mertalek zindi xwe dan ber sinor.


‘Xwezî ez ciwan bama…’


Ayşe  şehidên Kobanê ji bibîr anî û diyar kir ku  Qeder wek buka Kurdistanê, mêvana sino, mêvana Kobanê şehid ket û got: “Ez wek Qeder û Arîn Mîrkan a fedayî û hemû şehîdên ku xwina  xwe ya pîroz li Kobanê rijandine  bi rêzdari bi bir tinin, bejna xwe li ber wan ditewinin. Jinên ku îro bê navber 24 seat sinor diparêzin, çirokên zarokên xwe ji hevdu re digotin, êş û elemên xwe bi hevdu re parve dikirin, ev hemu tiştên dirokî ne. Her jinek di vê pêvajoyê de dirokek nivisandine. Ez ji jinan re bi taybeti jî ji dayîkan re dibêjim bila serê wan tim li banî bin, ji bo zarokên xwe yên şoreşger serbilind bin. Zarokên me madalyonên zêrin bi singa me de kirin. Em xwedî nirx û berxwedan in. Zarokên me mejiyên wan ji yê me mezintir bu, dilê wan ji yê me firehtir bûn. Hêz û cesareta wan ji ya me kat be kat bilindtir bû. Ew keçên 13-14 sali ne berê xwe didin YPJ’ê êdi nişan didin ku ev gel  tu carî bindestiyê qebul nakin. Ez dibêjim her bijî ji wan re. Rih û mejiyê min her tim bi wan re ye. Tenê hêviyek di dilê min de maye, xwezî ez ciwan bûma û niha min karibana tevli YPJ’ê  bûma.’’


(ch-nç/zt)