Jinan silava 8'ê Adarê ji Kobanê re şandin

11:21

 


JINHA


RIHA - Berxwedana Kobanê bi operasyona azadkirina Kobanêdi roja 173'an de bênvaber didome. Jinên ku pêşengiya vê berxwedanê dikin xeta ser sînor bi rengê jinan xemilandin û berxwedan silav kirin.

Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi tevlîbûna hezaran jinan li ser sînorê Pirsûs-Kobanê mîtînga herêmî tê lidarxistin. Jinan di roja 173'an a berxwedana Kobanê de silava 8'ê Adarê ji şervanên YPG/YPJ'ê re şandin. Di seatên serê sibê de bi hezaran jin ber bi sînorê Pirsûs-Kobanê ve herikîn û li gundê Miseynterê gihîştin hev. Welatiyyan berê xwe dan Kobanê destên hev girtin û zincîra mirovan ava kirin. Welatiyan bi berzkirina dirûşmeyan silavên xwe ji berxwederên Kobanê re şandin. Bi hezaran jin cilên gelêrî li xwe kirin û seranserê gundê Mehserê bi rengê jinan xemilandin. Jinan bi berzkirina dirûşmeyan berxwedana Kobanê silav silav kirin.

(zt)