Li Îzmîrê di 8'ê Adarê de jî qirkirina jinan berdewame
11:24
Adar
6
/ 2015
JINHA
ÎZMÎR – Hukumxwar U.O. ji bo 4 rojan ji Girtîgeha Odemîşê destûr wergirtibû li malê hevjîna xwe Gulcan O. bi çekê qetil kir.
Hukumxwarê bi navê U.O. (39) li Girtîgeha Odemîşê dihat girtin ji bo 4 rojan destûr wergirt û çû mala xwe ya li Tîre ya Îzmîrê. U.O. hevjîna xwe ya ku li taxa TOKÎ dikandarî dikir nîqaş kir. Piştî nîqaşê bi çeka bêruhsat hevjîna xwe Gulcan O. bi giranî birîndar. Piştî bûyerê Gulcan ji hêla welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tîreyê û ligel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê U.O. hat girtin û ew birin girtîgehê.
(zt)
