Xwişkiya zimanan li Nisêbînê gihan hev
11:47
JINHA
MÊRDÎN - Starta Çalakiyên Meşa Jinên Cîhanê (DKY) ê ya 4’emîn îsal atfî Şoreşa Jinên Rojava hat kirin û ji Nisêbînê despêkir. Bi sedan mêvan ji aliyê bi hezaran jinên navçeyê ve hatin pêşewazî kirin. Hemû kolanên navçeyê vegiriyan rengê jinê. Li cihê despêkirina meşê bi zimanê kurdî, tirkî, suryanî û erebî afîş hatine hilawistin.
Meşa Jinan a Cîhanê ya ku 5 salan caranê li cihekî cûda pêk tê û ji aliyê Tura Çalakiya Femînîst a Kurevî ve di sala 2000'an de hate destpêkirin li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dest pê dike. Meşa îsal ji Şoreşa Jinê ya Rojava re hate diyarkirin. Amadekariyên meşa jinan bi mehan dest pê kir û ji bo xebatan komîsyon hatin avakirin. Piştî xebata bi dawî bûn jinên berxwedana Kobanê silav bikin ber bi Nisêbînê ve herikîn. Ji Elmayan, Sirbîstan, Portekîz, Yunanîstan, Fransa, Îspanya, Afganîstan, Arjantîn, Lubnan, Katalan, Îngîltere, Bask, Tirkiye û 4 perçeyên Kurdistanê bi hezaran ji serê sibê bi kincên renk û bi reng hatin navçeya û Nisêbînê bi rengên jinê hate xemîlandin.
Jinên pêşeng li Nisêbînê ne
Jinên Nisêbînê jî mêvanên xwe bi kincên reng û bi reng û tîlîliyan pêşwazîkirin. Jinên li ber Navenda Çandê ya Mîtannî hatin cem hev bi staranên zimanên cuda dest dan hev û govend girtin. Navenda Çandê ya Mîtannî bi wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Denîz Firat, Gurbetellî Ersoz, Arîn Mirxan, Sîbel Bulut, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Kader Ortakaya, Çîçek Botan, Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Xwîşkên Mîrabel, Gulnaz Karataş, Rehşan Demîrel, Ekîn Ceren Dogruak, Delîla, Viyan Soran, Gubet Aydin, Şîrîn Elemhuryî û Evrîm Demîr hatin daliqandin. Ligel wêneyan navenda bi pankarat rengên kesk, sor, zer û mor hate xemîlandin.
Berxwedana Kobanê mora xwe li çalakiyên nava rojê xist
Di pêşwazîkirinê de jinan dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Ji jinên mêvan re kefiyeyên bi rengên cuda hatin belavkirin. Di çarçoveya lêhevhatê de li baxçeyê navendê ligel pêşengeha bi navê "Rûyê jinên berxwedêr" ji bo Sakîne Cansiz lênûska bîranînê hat danîn. Jinên tevlî bernameyê bûn ên welatên cuda hîsên xwe derbarê Cansiz de nivîsandin. Ji aliyê jinan ve rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê.
Xwişktiya zimanan
Hemû kolanên navçeyê bi rengê jinê hatin xemîlandin. Di peya rêya meşê de pankartên bi kurdî, tirk, suryanî û erembî yên "Heta jin azad bibin emê bimeşin" û "Bi jinên li Kobanê ber xwe didin em rêxistin bikin û jiyana azad ava bikin" hatin daliqandin.
(zt)

