Li Kudusê Çalakiya aşitîyê

12:17

 


JINHA


KUDUS - Li  Kudusê nêzî 3 hezar jin ji bo axaftina  Serwezîr Netanyahu protesto bikin û aşitiyê bixwazin li Knesset Rose Garden li hev kombûn


Serokwezîr Netanyahuyê  rojên borî di kongreyê de axivî bal kişand ser muzakereya welatên Pekin5+1 Îranê ya nukleerê û wiha gotibû, "Nêzî saleke ji me  re tê gotin ku peyman çênebe  ji peymana xirap çêtir e.Ev peymaneke xirab , pir xerab e.Bê we em hê baştir e."


Netanyahu, ji aliyê Komarvanan hatibû vexwendin û axaftina wî li hemû cîhanê  rastî bertekan hat, hat protesto kirin.Li gor nuçeya Rojnameya ku li Îsraîlê weşanê dike; Jin bi bangewaziya Women Wage Peacejin li Kudusê  çalakiya aşitiyê li dar dixe.Li  Kudusê nêzî 3 hezar jin ji bo axaftina  Serwezîr Netanyahu protesto bikin û aşitiyê bixwazin li Knesset Rose Garden li hev kombûn. Rêxistin  jinên Yahudî û Ereb digêjînin hev. Serokê Enstîtuya Berpirsyariya Sivîl Irit Keynan "Siyasetmedarên bi aşitiyê re têkildar nabin li bahaneyan digerin û tirsên travmatîk ên civaka Yahûdiyan zêdetir dikin.Siyasetmedarên bi aşitiyê re têkildar dibe jî ditirsin vê yekê bînîn ser zîman.li ser vê yekê nijadperestî zêdetir dibe.


(ks/zt)