Dê li xeta sînorê Kobanê peyama Ocalan bê xwendin
12:25
JINHA
RIHA - Bi hezaran jin ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li ser sînorê Kobanê herikîn gundê Mehserê, hat zanîn ku di mîtîngê de wê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were xwendin.
Di çarçoveya mîtînga 8'ê Adarê de Roja Jinên Cihê hezaran jin herîkin li gundê Mehserê yê Pirsûsê. Li qada mîtîngê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Viyan Soran, Arîn Mîrkan, Kader Ortakaya, Sakîne Cansiz û pankartên "Civaka ku jin ne azad be ew civak jî ne azade", "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin em jiyanê azad bikin", "Ji Kobanê heya Îmraliyê sonda azadiyê" hatin daliqandin. Di mîtîngê de weke axaftvan endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û li ser navê Kantona Kobanê Fevziye Ebdi tevlî bibin. Dîsa hat zanîn ku di mîtîngê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were xwendin.
Li seranserî Tirkiyê û Kurdistanê jin bi cil û bergên gelerî di herikin li ser sînorê Kobanê.
(zt)

