Li Til Birak emîrê çeteyan hate kuştin
12:37
JINHA
QAMIŞLO – Li herêma Til Birak, di encama xebatên lêgerinê yên şervanên YPG’ê de emîrekê çeteyên DAIŞ’ê hate kuştin.
Li gorî agahiyên ku Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Cizîrê Silêman Ehmed dane nûçegihanê ANHA’yê, hêzên YPG’ê ku li herêma Til Birak operasyonên xwe yên lêgerîn û paqijkirinê didomînin, îro serê sibehê di encama pevçûnekê de emîrekî çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Saddam Ehmed Salih kuştin.
Silêman Ehmed ku ji bo kontrolkirina xebatên tenduristiyê çûye herêmê, diyar kir ku di çalakiya YPG’ê de birayê emîrê Seddam Ehmed ê bi navê Nessar Ehmed Salih jî bi giranî birîndar bûye.
(zt)
