Utamara: Emê li hember hişmendiya serdest tekoşînê bilind bikin

12:43

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Jiyana Jinê Utamara, ji bo sed sala 21'ê bibe sed sala jinê bang li hemû jinan kir ku li dijî mejiyê serdestiya mêr, têkoşîneke hevpar bimeşînin.


Utamara bi daxuyaniyekê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Di daxuyaniyê de, di serî de 129 jinên di 8'ê Adara 1857'an de li New Yorkê di febrîqeya tekstîlê de jiyana xwe ji dest dan, hemû jinên kedkar ên hatin qetilkirin, bi rêzdarî hatin bîranîn.


‘Hîna jin di şertên der mirovane de dijîn’


Utamara da xuyakirin, ku îro hînê li gelemperiya cîhanê jin ji bo azadî, wekhevî û mirovahiyê têdikoşin û got, "Ji ber ku jinên bi zorê mafên wan bi sedan salan ji dest hatine girtin, di nava civakê de hînê nebûne xwedî statuya azad û wekhev. Jin hîna li bazaran tên firoton, rastî destdirêjî û tecawizê tên, mafê wê yê biryardayînê ji dest tê girtin, di bin navê namûsê de rastî gelek pêkanînan tên, tên kuştin û neçar dimînin di şert û mercên li derveyî mirovahiyê bijîn."


Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gefa mejiyê baviksalariyê li hemberî jinê û hat gotin, "Li Rojhilata Navîn jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, jinên ciwan ên li Nîjeryayê ji aliyê Boko Haram ve hatin revandin û rastî tecawizê hatin, jinên li Ukrayna, Meksîka û gelek deverên din hatin qetilkirin, jinên li Ewropayê bedena wê mîna amûreke reklamê tê bikaranîn, divê li her devera cîhanê li hemberî mejiyê baviksalariyê têkoşîna xwe xurt bikin û bi têkoşîneke hevpar sedsala 21'an veguherînin sedsala jinê."


(zt)