Jinên ciwan yên Kantona Cizîrê ber bi Nisêbînê ve dimeşin
12:51
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ji bajarên Kantona Cizîrê ber bi Qamişlo ve meşa dirêj da destpêkirin. Dê jinên Ciwan sibê jî li Nisêbînê tevlî mitînga 8’ê Adarê bibin.
Meş îro bi tevlîbûna 300 jinên ciwanan ên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê, Amûdê û bajaroka Çilaxa, ji bajarê Amûdê destpê kir. Ciwanên ku ji bajaran hatibûn Amûdê, li pêşiya avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger kom bûn, dirûşmeyên wekî, “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û pankartên derbarê 8’ê Adarê de vekirin. Ciwanan piştre ber bi bajarê Qamişlo ve dest bi meşê kirin. Di meşa ku pankarta “Li ser riya Şehîd Jiyan rêxistina jinên ciwan mîsogeriya azadiya jinê ye” hate vekirin de, alên Tevgera Jinên Ciwan hatin vekirin.
Piştî meşê, ciwan dê şeva xwe li Qamişlo derbas bikin û sibe jî beşdarî çalakiya 8’ê Adarê ya ku dê li ser sînorê Nisêbînê bê lidarxistin, bibin.
(zt)

